Çavên li korbûnê îknakirî

Piştî civîneke li ser rewşa me Kurdan ez gelek fikirîm ka ez çi navî li vê rewşa me ya miletî bikim.

Civîn bi tena serê xwe ji bo min şikenceyeke mezin bû. 

Pirsa di paşxaneya mejîyê min ra derbas dibû, her ev bû: 

Endamên miletekî çawa dikarin ewqas dujminê hebûna xwe bin?

Helbet meriv dikare kole be, mirebe be, girtî be… 

Carna meriv wek takekesek yan jî wek miletek dikare bikeve rewşeke giran, ku rûmet û heysîyeta meriv ji holê radike. 

Lê ku meriv rabe pesnê koletîya xwe bide, îdî ev bi serê xwe dibe tiştekî din… 

Di wê civînê da min gelek kes dîtin, ku  dixwastin guhdaran li kolebûnê îkna bikin, koletîyê li ber dil û çavan xweş bikin.  

Di rê da, di erebeyê da min ji xwe ra tim ev gotin tekrar dikir: Ruhên li kolebûnê îknakirî…. 

Stresa civînê di ruhê min da her olan dide. Û niha serê carê tenê perçeyekê ji şiîreke Paul Celan tekrar dikim:

„Çavên li kor-

bûnê 

îknakirî.

…

…

Bihata,

Bihata mirovek

Bihata mirovek dunyayê, îro, bi 

Rûyê nûranî yê

Eşîrtîyê, ew dikarîbû,

-Gava qala vê demê bikira-, 

Ew dikarîbû tenê,

Lal bûya, lal bûya

Tim û tim

Timûtim.

Leave a Reply