You are currently viewing Di 13 tezan de teknîkên nivîskarîyê – Walter Benjamin

Di 13 tezan de teknîkên nivîskarîyê – Walter Benjamin

Ji Almanî: Abdullah Încekan 

I.                             Kî nîyet bike, ku xwe bide ber nivîsîna berhemeke mezin, bira bi qedrê xwe bizanibe û piştî qedandina perçeyekê her tiştê ku rê li ber dewama wê nagire, pêşkeşî xwe bike.

II.                          Gava dixwazî, behsa tişta hatiye meydanê bike, lê di hengama xebatê de bi tu awayî ji kesî re jê nexwîne. Her tişta ku tu bi vê kirinê nîyet dikî, dê xiza te kêm bike. Daxwaza xweîfadekirinê, ya ku her mezintir dibe, dê bi vê rêgezê bibe motorek ji bo temamkirinê.

III.                       Di hengama xebatê de ji weseta heyata rojane bireve. Sikuneteke nîvco ya digel dengên xav qedr û qîmetê kêm dike. Li hember vê, şopandina lêkolînekê yan jî dengên têkel yên xebatê dê me’nedar bin; herwisa bêdengîya şevê ya ku hasil dibe jî. Ya yek guhê derûnî hesas bike, ya din jî dê bibe kevirê mîhengê yê şêweyekê, ku hêza wê bi xwe tevahîya dengên derve di xwe de wenda dike.  

IV.                      Ji bikaranîna alavên ji rêzê bireve. Îstikrara bikaranîna hin kaxizên taybet, qelem û hubir feydedar in. Luksa wan ne, lê zêdebûna van alavan şert e.

V.                         Bira tu fikrek wenda nebe û deftera xwe ya notan bi qasî wezareta xaricî bi îhtimam bikar bîne.

VI.                      Qelema xwe li hember îlhamê hişk bike. Û ew ê bi heza miqnetîsê wê bikşîne cem xwe. Tu bi nivîsîna îlhamekê çiqas pirr bi îhtimam bî, dê ew ê ewqas kamilbûyî xwe pêşkeşî te bike. Axaftin fikran fetih dike, lê nivîs li wan hukim dike.

VII.                   Bi tu awayî dev ji nivîsînê bernede, ji ber ku tiştekî nayê bîra te. Fermaneke şerefa edebî ye, ku meriv ancax wê demê navberê dide, gava mew’îdek (wek danek xwarinê, hevdîtinek) hebe yan jî berhem qedîya be.

VIII.                Navbera îlhamê bi derbaskirina ser kaxizê re derbas bike. Hîssên te ew ê xwedîtîyê lê bikin.

IX.                       Nulla dies sine linea – lê hefte / tu roj bêyî xetekê derbas neke – lê heftê.

X.                          Bi tu awayî berhemekê wek kamil nebîne hetanî ku tu ji êvarê ta şeveqa sibê li ser rûneniştibî.

XI.                       Dawîya berhemê di odeya xebatê ya ku tu hetanî niha lê xebitîyî, nenivîse. Li wê derê tu yê ji bo vê cesaretê nebînî. 

XII.                    Dereceyên nivîsînê: Fikir – şêwe – nivîs. Di derbaskirina ser kaxizê de dîqet tenê li ser xetan e. Fikir îlhamê dikuje, şêwe fikir dike bin qeyd û şirîtan, nivîs heqdayîna şêweyê ye.

XIII.                 Berhem maskeyê mirîyan ê konseptê ye. 

Leave a Reply