You are currently viewing Xwendevanê tiral – Jacques Prévert

Xwendevanê tiral – Jacques Prévert

Wî got “na” bi serê xwe

Lê w1i got “erê” bi dilê xwe

Wî got “erê”ji tiştê ku jê hez dikir

Lê wî got “na” ji mamoste ra

Ew rabû pê

Mirovan jê pirs kirin

Û her problem hat pirsîn

Ji nişka va bû hirehira wî û bi tebeşîrê girt

Û giştik paqij kir

Şîfre û peyv

Dîrok û nav

Cumle û feq

Û li hember tehdîdên mamoste

Di bin kenê şagirtên xarîqulade da

Bi tebeşîrên herreng

Li ser texteyê reş ê bêxer

Wêneya serçavîya kamranîyê çêkir.

Ji frensî: Abdullah İncekan

Leave a Reply