You are currently viewing Di sedsala 21ê de Kurdî: Zimanek bi çi dijî?

Di sedsala 21ê de Kurdî: Zimanek bi çi dijî?

Çi di dîroka miletan de, çi jî di jiyana şexsan de be, yek ji hêmanên herî mûhîm, bingehîn, esasî ziman e. Di dîroka mirovahiye de gelek caran hin miletan bi miletî koç kirine, lê ji ber ku zimanê wan terka wan nekiriye, piştî vegerê ew li ser esasê ziman dîsa vegeriyane rewşa miletbûnê, rewşa netewebûyînê. Lewra yek ji bingehên miletbûnê ziman e. Ji aliyê din yek ji perçeyê herî mûhîm, bingehî û esasî yê kesayetiya mirovekî dîsa zîman e; têkiliya ziman û însan bi qasî ya çerm û hestî nêzîkî hev e û loma jî „ziman mala hebûnê“ (Martîn Heidegger) ye; yanî ziman nebe, meriv ji hebûna mirovbûnê dertê.

Ji ber vê rola mezin a ziman li her çar perçeyên Kurdistanê zor û zexta li ser Kurdan di heman demê de şerê ziman e. Siyaseta serdest pê dizane ku gava ew ji Kurdan ziman bistîne, ew ê yek ji sitûnên hebûna wan hilweşîne. Paradîgmaya dewletên serdest ên hukim li ser Kurdan dikin di vê noqteyê de muşterek e; meriv dibêje qey bi hev şêwirîne û wisa esasên kuştina zimanê Kurdî danîne.

Di vê nivîsê de ez ê li ser vî tiştî bisekinim. Yanî: Çawa em dikarin çarçeveyekê daynîn, da rê û rêça me kifş be. Ji bo bersiva vê pirsê min xwe teslîmî nivîseke kevn a sê zimanzanan kir. Di nivîsa bi navê The genesis of vitality theory: historical patterns and discoursal dimensions Jake Harwood, Howard Giles û Richard Y. Bourhis (1994) li ser şert û mercên zîndebûn yan jî zindîbûna zimanekî disekinin û paradîgmayekê ji bo hebûna zimanekî datînin. Sitûnên vê paradîgmayê herwisa di gelek çavkanî û xebatan de wek sitûnên ji bo parastina zimanekî tên dîtin. Mesela gava meriv li xalên UNESCO yên ji bo zîndebûna ziman mêze dike, herwisa xalên vê nivîsê dertên pêş. Di binbeşên linguîstîkê/zimanzaniyê yên wek duzimanî (bilingualism) pirrzimanî (multilingualism), siyaseta zîman (language policy), sosyolînguîstîk (sociolinguistic) de ev mijar bi xalên wê yên cihê-cihê tê gengeşîkirin. Îcar ev paradîgma dikare bibe zemîneke qayîm ji bo daxwazên/xebatên me yên li ser zimanê Kurdî.

Ev konsept bi îstilaha ethnolinguistic vitality cara pêşîn ji aliyê Giles (1977) û yên din ve dikeve tedawilê. Em dikarin vê gotinê wek „paradîgmaya zîndehiştina ziman“ yan jî „zîndekirina ziman“  bi nav bikin. Li gorî konsepta Giles û yên din (1977) sê esas hene ku li gorî wê, rewşa zimanê miletekî dikare bê şîrovekirin. Ew sê esas jî ev in: Demografî, hêza dezgehî û faktorên bi statuyê re eleqedar.

Li gorî parametreyên language vitality yek ji esasan demografî ye. Demografî ne tenê nifûsa miletekî li ber çavan digre. Xêncî nifûsa heyî herwisa jimara bûyîna zarokan jî roleke mezin dilîze; yanî gelo nifûsa nifşên nû kêm yan zêde dibe? Xaleke din jî ev e: Gelo miletek li ser axa xwe dijî yan koçber/penaber e. Li gorî Harwood, Giles û Bourhis faktorên demografiyê yên herî bi tesîr in. Ji ber ku jimara miletekî, çêbûna nifşên nû ya wî miletî û resenbûna wan a li ser axekê bi serê xwe dikare bibe bingeheke mûhîm ji bo bidestxistina hêza dezgehî. Yanê demografiya miletekî jê re meşrûiyetekê peyda dike, da ku zimanê wî bibe xwediyê herdu stûnên din yên ji bo zîndekirina zimanê wî. Helbet ne tenê ji bo bidestxistina van mafan/heqan, herwisa ev hebûn bi xwe jî dibe sebebek ku ziman di nav miletekî de zînde be, parastî be û bi berdewamî xwe bigihîne nifşên nû.

Xala dudiyan a paradîgmaya parastina ziman hêza dezgehî yan jî kontrola dezgehî ye, ku Harword û yên din wê di bin navê institutional control kom dikin. Hêza dezgehî tê wê me’neyê ka mirovên ji qewmekî hetanî kîjan radeyê di dezgeh û saziyên dewletê de cî digrin û zimanê xwe di hêlên di bin kontrola dewletê de diparêzin. Mesela ev hêl di bin kontrola dewletê de ne: Perwerde, medya, tîcaret-bazirganî, xizmeta belediyeyan, dezgehên dînî (camî, medrese…) û hwd. Ev xal ji hêlekê ve bi temsîliyetê re eleqedar e. Ji hêla din ve jî tê wê me’neyê ka ev temsîlkar hetanî çi sewiyeyê tesîrê li ser qerarên dewletî digrin, da ku ciyê zimanê xwe zexm bikin. Sachdev û Bourhis (1985) sewiyeya hêz û kontrola dezgehên dewletî wek “nîşana asta miletekî li ser qedera xwe” dinirxînin. Yanî gava miletekî di dezgehan de desthilat be û di wan dezgehan de xwedîtiyê li zimanê xwe bike, wê demê “qedera wan di destê wan de ye”; ne wisa be hinekên din hakimê jiyan û hebûna wan in. Li gorî hersê zimanzanan, hebûna zimanekî di saziyên dewletî de ji bo zîndebûna ziman sitûna herî mûhîm e, yanê ziman bi hebûna di saziyan de geş dibe. Xaleke din î mûhîm a bi hêza dezgehî re eleqedar e, ev e: Hebûn û kalîteya rêberên ku di saziyên fermî û nefermî de dikarin miletê xwe temsîl bikin. Lewra ev rêberên bi karîzma dikarin miletê xwe ji bo ziman û çanda xwe mobîlîze bikin û qeraran bi wan bidin stendin.

Gava miletekî di saziyên dewletî de bû xwediyê ciyekî mûhîm, wê demê ji aliyê civakî ve jî dibe xwediyê statuyekê. Rewşa civakî ya miletekî herwisa tesîreke mezin li ser statuya zimanê wî dike. Prestîja ziman û çanda miletekî bi prestîja wî ya di nav miletên din de û bi rewşa wî ya sosyokulturel-dîrokî ve girêdayiye. Sewiyeya miletekî di nav miletên din de çiqas mezin be, xwedîlêderketina li ziman jî di nav wî miletî de ewqas zêde mezin dibe. Lê ev tişt statuyeke ne resmî ye; yanê statuyeke civakî ye. Ji bilî statuya civakî, helbet statuya zimanekî bi serê xwe jî xwediyê ciyekî mûhîm e, ji ber ku resmîbûna zimanekî çerçeveyeke qanunî dide wî zimanî.

Harwood, Giles û Bourhis bi grafîkekê fikrên xwe yên li ser rola ziman wisa nîşan didin.

Leave a Reply