You are currently viewing Bozarslan û Goethe; Xanî li Erzirûmê

Bozarslan û Goethe; Xanî li Erzirûmê

Însan piştî mirinê li ber dilan şîrîn dibin; ji ber ku îdî deftera wan ya qencî û neqencîyan hatiye girtin. 

Gava bi minasebeta wefata seyda Mihemed Emîn Bozarslan ev fikir di mejîyê min da xwe tekrar dike, ev şiîra ji Dîwana Goetheyî tê bîra min:

Xwe hîs dike mirovek bi kêf û coş,

Hema dixwazin aciz bikin xizm û cîran,

Ew dê merdane bijî û bike,

Dê bidin ber keviran her kes.

Lê mir pişt ra ew 

Kom dikin ji bo wî sedeqê,

Da ku temam bikin peykerê wî,

Ji bo bîranîna êşên wî.

Lê divîya bû van kesan 

ji bo menfaeta xwe bifikiryan:

Maqûl bû ku ji bîr bikirabana

Heta ebed ev zilamê qenc.

Ji van risteyên şairê mezin yê Alman xuya dibe, ku heman kêşe li cem wan jî hebûye. Bêzarî û bêxemîya li hember mirovên xwe bi kêf û coş hîs dikin zêde ye; tim wan aciz dikin lê piştî mirina wan peykerên wan înşa dikin, da ku êşên wan bibîr bînin. Goethe rexneyeke hişk li wan digre. 

Seyda Bozarslan li ber dilê te, li ber dilê we çawa bû, ez nizanim. Lê her çi li ber dilê min ew tim şîrîn bû, xwedîyê cîyekî mustesna bû. Gava di payîza 1987an da em ji welêt hatin xerîbîstanê heyat jî li me bû zivistan. Di vê zivistana sar û tarî da hevalekî bavê min yê nexwende kitêba Alfabe ya seyda dabû min. Min gava ji apê xwe yê li gund ra mektûb şandibû, hin cumle jê derbasî mektûbê kiribû. Niha difikirim, dibînim ku ew cumleyên nivîskî yên pêşîn bûn ku xwe gihandibûn wî gundê wê demê 33 malî.

Piştî 4-5 salan, ez texmîn dikim sala 1992yan bû. Em havînê dîsa çûbûn Erzirûmê. Her çûyîn şahîyek, her veger şînek bû. Di 92yan da bavê min bisikleteke ji bo derketina çîyayan ji min ra kirrîbû û me bi xwe ra biribû Erzirûmê. Ez hêdî-hêdî hînî xwendina berhemên dînî û ramanî bûbûm. Li Cumhurîyet cadesîyê diçûm cem kitêbfiroşê kurdê Adiyamanê.

Bala wî li ser bisîkleta min û ya min jî li ser kitêban bû. Bêyî ez bi bavê xwe bişêwirim, min ji kite bfiroş ra got: Berdêla wê da bi sê hezaran kitêban bide min. Me li hev kir û bi komek kitêb ez vegerîyam malê. Û di nav kitêbên min da Mem û Zîna ji alîyê Seyda Mihemed Emîn Bozarslan amadebûyî jî hebû. Bi saya vê xebata ji weşanxaneyeke bi navê Hasat Yayinlari min di 15 salîya xwe da derîyê Mem Zînê vekir… Tê bîra min, ku min bi deng ev beş ji xwenga xwe ya bi navê Abîdeyê ra xwendibû:

Min dê ‘elema kelamê mewzûn

‘Alî bikira li banê gerdûn

Dû ra min nivîs û kitêbên Seyda tev teqîbkirin. Ferhenga wî, herdu kitêbên wî yên bi navê Bexçê Zimên, Kovarên Jîn, Kurdistan, Kurt Teavun ve Terakki gazetesî û gelek kitêbên din yên Seyda dil û mêjîyê min xemilandin. Roja wefata wî, min Mem û Zîna wî amadekirî, ne ji ya Hasatê; vê carê ya ji weşanxaneya Dengê, min da destê xwe û pêlên wê zivirandin. Ev herdu risteyên Hezretî Xanî cara pêşî bi giranîyeke nedîtî tesîr li min kirin:

Emma nezera wî zêde ‘am e

        Lew xasinezer ji dil neda me

Xanî behsa Mîr dike, ku qedr û qîmet nedaye wî. Li ber dilê Mehmet Emîn Bozarslan xebatên wî muhîm bûn. Wî PRek ji bo xebatên xwe nedikir. Lê meraq e dîsa ji bo min: Gelo sîtemek wî ya bi vî rengî hebû?

Leave a Reply