Ji Frensî: Abdullah Încekan
Wî got “na“ bi serê xwe
Lê wî got “erê” bi dilê xwe
Wî got “erê” ji tiştê ku jê hez dikir
Lê wî got “na” ji mamoste re
Ew rabû pîyan
Mirovan jê pirs kirin
Û her problem hatin pirsîn
Ji nişka ve bû hirehira wî
Û wî giştik paqij kirin
Şîfre û bêje
Tarîx û nav
Cumle û feq
Û li hember tehdîdên mamoste
Di bin kenê xwendevanên xarîqulade de
Bi tebeşîrên herreng
Li ser texteyê reş î bêxêr
Wêneya serçavê kamranîyê çêkir.