You are currently viewing Victor Klemperer, LTI û Kurdî  – Abdullah İncekan

Victor Klemperer, LTI û Kurdî – Abdullah İncekan

Meriv gava piştî salan bi nav, naverok yan jî berhemên muhîm dihese, rastîya gotina rehmetîyê Celadet Alî Bedirxan tê bîrê: „Me hetanî xwe nas kir, umr jî xilas kir“. Hetanî me xwe gihand nav û berhemên serketî, di navê ra xwendinên gelek vala cî girtin û enerjîyeke têkçûyî ji me ra mîras ma. Yek ji wan navan, ku ez gelek dereng pê hesîyam û ev hîsa min behskirî bi min ra peyda kir, nivîskar û zimannasê Cihû-Alman Victor Klemperer e. Tespîtên Klemperer ên li ser meseleya ziman û înşaya hafizayê ewqas di cî da ne, ku ew 70-80 sal piştî nivîsîna xwe hê jî ronahîyek in ji xwendevanên wî ra. Klemperer di dewra Almanyaya Nazîyan da dijî û bi awayekî perîyodîk her tiştên bala wî dikşîne, dinivîse. Xêncî rojnivîskên wî yên bi gelemperî, ew di bin navê „LTI – Lingua Tertii Imperii“ yanê „Zimanê Împaratorîya Sisêyan“ (Almanyaya 1933-1944an) da behsa sîyaseta ziman a Nazîyan dike û ev xebata wî li gelek zimanan tê wergerandin û Klemperer bi saya vê xebatê ji sinorên Almanyayê dertê derva. 

Ji ber rewşa zimanê Kurdî û sîyaseta li hember wî, divê em bi awayekî rêkûpêk bala xwe bidin sîyaseta ziman ya li welatên cihê-cihê. Îcar tam di vir da tiştên, ku em ji Klemperer hîn bibin gelek in û ez dixwazim bi hin îqtibasên dirêj cî bidim fikr û ramanên wî. Lewra Franz Fanon di meseleya kolonyalîzmê-mêtingerîyê da çawa xwedîyê cîyekî bilind e, herwiha Klemperer jî di hêla mêtingerîya ziman da di wê astê da ye. 

***

Înşakirina hafizayê

Di destpêka notên xwe yên di bin navê LTI da Klemperer li ser sebebên nivîsîna fikr û ramanên xwe disekine. Digel ku ew pê dizane, gava ev notên wî bikevin destê Nazîyan, ew ê wî û jina wî bikujin jî, ew dev ji vê qerara xwe bernade. Ew nivîsên xwe dinivîse û bi saya jina xwe ya ji „miletê Aryan“ wan li cem dosteke malbatê dide veşartin. Weku ji vê destpêka hanê dîyar e, ew ji ber du sebeban xwe diavêje vê talûkeyê. Yek ji bo ku rûhê xwe biparêze, li ser nigan bimîne; ji alîyê ruhî va nemire. Ya din jî, ji bo înşakirina hafizayekê, da ku ew zulm û te’de ji bîr nebin. Ka em berî xwe bidin gotinên Klemperer:

„LTI: Lingua Tertii Imperii – Zimanê Împaratorîya Sisêyan. Gelek caran ez li wê anekdota Berlina kevn fikirîm, herhal ew di [kovara] xweş teswîrkirî ya mîzahvanê şoreşa Adarê Graßbrennera da derbas dibû  – lêbelê kitûbxaneya min li kûderê ma, ku min bikarîbaya li wir lê mêze bikira? Gelo me’neyeke wê heye di heqê aqûbeta wê da ji Gestapo[1] pirsan bipirsim? … „Bavo“, dipirse kurikê ciwan li sîrkê „ew li ser kindir çi dike bi şiva destê xwe?“ – „Dîno, dibêje bav, ew şiva balansê ye, cambaz bi wê li ser disekine.” – “Wey, bavo, lê ew wî ber bide?” – “Kurikê gêj, ew bi wî digre!”

Notên rojaneya min yên di van salan da ji bo min şiva balansê bûn – bêyî wê ez ê hetanî niha sed carî ketibama. Di demên le’netkirî û bêhevîyê da, di acizbûna xebata bêdawî ya mekanîk a di fabrîkeyê da, li ber serê nivînê nexweş û mirîyan, li ser mezelan, di tengasîya şexsê xwe da, di kêlîyên rezaleta bê hed û hesab da, li hember têkçûna dil da. Tim û tim daxwaza min ya ji şexsê min alî min dikir: bixwîne; çi dibe, çi nabe hifz bike  -sibê her tişt dîsa bi awayekî din dixwîyê, sibê tu bi awayekî din hîs dikî; qeyd bike, ka niha ew çere xwe dide der û tesîr dike. Û piştî demeke gelek kin ew telefona ji min ra bû sebeb, ku ez hinekî ji çerçeveyeke fireh û ji jor da li tiştên diqewimîn, mêze bikim û bi saya wê formula bi dizî ya bi rêk û pêk azadîya xwe ya ruhî biparêzim: LTI, LTI!

…

Meriv dikare vê wek mecazekê bibîne. Lewra çawa meriv behsa ‘sûretê demekê’ yan jî ‘sûretê welatekî’ dike, eynî bi vî awayî dewr û dewranek jî xwe di ziman da nîşan dide. Împaratorîya Sisêyan di tevahîya îfadeyên xwe yên jîyanê û mîrasa xwe da bi yekitîyeke dehşet dipeyîve: bi qûrrebûneke bê hed û hesab a bi avahî û xirabeyên xwe, bi tertîba leşkerên xwe, bi zilamên SA û SS, yên ku ew wek şikl û şemalên îdeal li ser panoyên cihê bi cî dike, bi otobanên xwe û mezelên koman. Ev tev zimanê Împaratorîya Sisêyan e û di van rûpelan da behsa van tevan tê kirin. Lê gava meriv bi dehsalan di şuxulekî da xebitîbe û bi kêfxweşî ew kar kiribe, di netîceyê da meriv ji hemû tiştên din zêdetir di binê tesîra wê da maye. Û hem bi rastî û hem jî di me’neya fîlolojîk da mecazen wisa bû ku min bi Zimanê Împaratorîya Sêyemîn girt û ew ji bo min bû şiva balansê ya di deh seetên bîhnçikandî yên di fabrîkeyê da, di kirêtîya girtina polêsan di ser malê da, di heps, tacîz û tiştên din da.“

***

Klemperer sîyaseta ziman a Nazîyan tesnîf dike û li ser xalên cihê-cihê yên vê sîyasetê disekine. Di bin sernavê „Jehra ziman ya rojane“ da ew wisa dibêje:

„Na, tesîra herî zêde ne bi saya hin axaftinên tekane çêbû, ne bi saya nivîs û belavokan û ne jî bi saya ala û afîşan; ew ne bi saya tiştekî pêk hat, ku meriv bibêje di bin wî da fikreke yan jî hîseke bi zanîn heye.

Lê Nazîzm bi saya hin tekane gotinan, hin îdyoman, hin awayên cumleyan, ên ku Nazîyan bi milyon caran bi darê zorê didan tekrar kirin, ket nava goşt û xwîna milet -mekanîk û bêyî ew lê varqilin. Meriv risteya [Friedrich] Schiller a di heqê „zimanê zana yê ku ji bo te distrê û difikire“ tenê ji alîyê estetîkê va fehm dike û wî wek tiştekî naîf dibîne. Risteyeke biserketî ya bi „zimanê zana“ bi tena serê xwe di heqê hêza hunerî ya avakirê wê da tiştekî îsbat nake; gelek zehmet nine meriv bi zimanekî zêde hunerane û bi şêweya şair û mutefekirekî xwe nîşan bide. 

Lê ziman ne tenê ji bo min distrê û difikire, ew herwiha li gorî wê ka ez çiqas tabiî,  çiqas bêhemdê xwe xwe teslîmî wî dikim, ew jî wisa li ser tevahîya hebûna ruhî ya min hukim dike. Û gava „zimanê zana“ ji elementên bi jehr çêbûbe yan jî bûbe himalê maddeyên bi jehr? Gotin dikarin bibin hucreyên jehrê: bêyî meriv lê varqile wan dadiqultîne; mîna ku tesîra wan tunebe, lê piştî demekê te dît tesîra wan hê heye.“

„Her zimanê ku dikare azad were bikaranîn,  ji tevahîya pêdivîyên mirovan ra, ji aqil û hissîyatan ra xizmetê dike; ew peyam û axaftin e; ew mijûlîya bi şexsê xwe ra û îbadet e,  rica, ferman û sond e. LTI tenê xizmeta sondxwarinê dike. Mijar aîdî kîjan hêla şexsî yan jî umumî dibe, bira bibe –na, ev tişt şaş e, çawa ku LTI hêla şexsî, ewa ku ji ya umumî tê cihêkirin, nas neke, herwisa ew ferqekê nake nava zimanê devkî û nivîskî jî- her gotin axaftin e û her tişt jî umumî ye. „Tu ti tişt î, miletê te her tişt e“ –ev e yek ji sloganên wan. Tu bi ti awayî bi yên xwe ra tenê ninî; tu tim bi miletê xwe ra rû bi rû yî.“


[1] Hêzên taybet yên Nazîyan

Leave a Reply