Abdullah İncekan

Abdullah İncekan

(jdb. 1977, Erzîrom) germanîst, tirkolog û nivîskarê kurd e.

Încekan di sala 1977an de hat dinê. Wî mekteba ewil li gundê xwe xwend û dû re bi malbata xwe re koçê Almanyayê kir. Li wir wî li dû mekteba navîn û lîseyê li zanîngehê beşên Germanîstîk û Tirkolojiyê xwendin. Di teza mastera bilind de wî hin xalên di zimanên kurdî û almanî de da berhev û ev xebat jî li eynî zanîngehê hat weşandin.

Wî beşên Almanî wek Zimanê Dudiyan û Pedagojiya Înterkulturel piştî herdu beşên ewil xwendin û di sala 2003yan de qedand.

Ew niha li lîseyekê wek mamosteyê ziman û wêjeya almanî dixebite. Ebdullah Încekan di sala 2018yan de doktoraya xwe ya li zanîngeha Bambergê li Almanyayê di beşa General Linguistic de qedand û pileya Dr. wergirt.