You are currently viewing Zaroktî – Jacques Prévert

Zaroktî – Jacques Prévert

Ji Frensî: Abdullah Încekan

Oh çiqas bi keder e zaroktî

Gerdûn ji vegerînê rawestîyaye

Teyr îdî naxwazin bixwînin

Tav biriqandinê red dike

Her dever hatiye qemirandin

Sezona şilîyê hatibû birrîn

Sezona şilîyê cardin destpê kir

Oh çiqas bi keder e zaroktî

Sezona şilîyê hatibû birrîn

Sezona şilîyê cardin destpê kir

Û rengên kenv ên tenîyê

Cihê xwe çêdikin bi balansên xwe yên kevn

Gava gerdûn ji vegerînê rawestîya

Gava gîha hêşînbûnê red kir

Hemû tiştên ji devê kalan der tên

Sirf mêşên pîs, erebê cenaza ne

Oh çiqas bi keder e zaroktî

Em di nav mijê de xeniqîn

Di nav mija kalên kal de

Û gava ew zaroktîyê dixînin

Miheqeq zaroktî dikeve

Û ji ber ku zaroktî bê parêz e

Her tim winda dike ew

Oh çiqas bi keder e zaroktî

Keder keder zaroktîya me

Sezona şilîyê hatibû birrîn

Sezona şilîyê cardin destpê kir

Leave a Reply