You are currently viewing Lêkolînên li ser Kurdan û Îranîyên Keldanî yên Bakur – Pêşgotin / Peter J. A. Lerch (1827-1884)

Lêkolînên li ser Kurdan û Îranîyên Keldanî yên Bakur – Pêşgotin / Peter J. A. Lerch (1827-1884)

Ji Almanî: Dr. Abdullah İncekan 

[Ev nivîsa han pêşgotina rojhilatnasê navdar Peter J. A. Lerch e ku di berhema xwe ya bi navê Lêkolînên li ser Kurdan û Îranîyên Keldanî yên Bakur çap kirîye. Kunyeya kitêbê ev e: Forschungen über die Kurden und die iranischen Nordchaldäer, Sankt Petersburg 1858-1858.]

Bi vê xebata di destê we de ez verziyona Almanî ya lêkolînên xwe yên li ser ziman, dîrok û rewşa niha ya gelê Kurd ji raya giştî re eşkere dikim. Wiha xuya ye ku îfadekirina sebebên amadekirina vê berhemê ne tiştekî fizûlî ye.

Hê di destpêka lêkolînên min yên li ser Şerqê de ez bi hezkirineke berbiçav li wê geriyabûbûm ku ziman û edebiyata Farisên îro, ku bi pirranî hîna jî jê nehatiye îstîfade kirin, nas bikim. Di vir de divîyabû min bala xwe bida ser çîroka egidîyê ya Farisî û têkiliya wê bi efsaneyên qewmên Sanskrît ve. Herçiqas bi vî awayî perspektîfa min firehtir biba jî, min ferq kir ku lêkolîneke kûr û dûr li ser kevnareyên Îranî ne di quweta min de ye û ji ber vê jî diviyabû ez xebata xwe ya ilmî li ser hêlekê sinor bikim. Piştî ku min di sala 1852yan de xebata birêz akamesiyen Kunik ya bi navê „Essai pour éclairir, au moyen de l’histoire comparée, la question de l’influence des Iraniens sur les destiées de la race sémitiques“[1]xwend, kifşkirina vî tiştî êdî li min giran nebû. Digel ku xebata navê wê derbas bû, tenê bi pêşgotinekê li ser beşên etnografîk-dîrokî yên berhema Chwolsohn -ya li ser Sabiîyan- disekinî û nivîskarê wê tenê bi gotinên manedar û îmayan qîma xwe dianî, dîsa jî min bi gelek awayan jê îstifade kir. Me’neya dîrokî ya Îranîzmê di cîhanê de êdî bi min zelaltir bû û bi vê rê jî ez pê hêsiyam, ku ev noqte bi lêkolînên li ser ziman, dîrok û rewşa niha ya neteweyên Îranî yeko-yeko dikare bê eşkere kirin. Birêz Kunik di vê çarçeveyê de bal kişandibû ser lêkolînên Kurdî jî: Ew di ceribandina hijmara 21an de dibêje „Eşîrên Kurdên îranê dikarin herwiha îmkanekê ji bo lêkolînên gelek balkêş bidin, ku meriv pê dîroka Asûrîyan, ya Babîlê û Asyaya Piçûk piçekî ronî bike.  Di edebîyata Ermenî, Ereb, Îranî de hin agahîyên li ser eşîrên cihê-cihê yên Kurdan cî digrin.“ Bi rastî jî lêkolînên li ser neteweyê Kurd ji bo lêkolînên asûrî û babîlan, ku nû dest pê dikin, gelek mûhîm in, gava ew îddîaya hin aliman, ku têkiliyeke di navbera qewmê şervan ê Keldanî û Kurdan de ji aliyê dîrokî ve rast be û gava –weku hin kes bawer dikin- hin xanedanên Asûrî û maiyetên wan Kurd bin.

Ji vê noqteyê şûnda min qerar da, ku ez li ser dîroka Kurdan bixebitim. Pêşîn ez li wê geriyam, ku bizanibim, ka hecma çavkaniyên ez dighêjimê çiqas e, lê zû hat fahm kirin, ku li Ewrûpayê ji bo bidestxistina armanca min kêm cî hene, ku bi qasî Koşka me îmkanan didin meriv. Li Kitûbxaneya Vekirî ya Qraliyetê nusxeyeke dîroka Kurdan ya Şerefxan[2]heye, ku ji aliyê nivîskar bi xwe ve hatiye serrast kirin. Ev berhem herweha li Muzeya Akademîya Zanistê ya Qraliyetê ya Asyayê heye, ku bi destxetan dewlemend e û serokê wê –Cenabê akademisyên, endamê Meclîsê von Dorn– ji demeke dirêj vir ve ji bo bikaranîna xezîneyên di bin mayeta wî de ne, musaade daye min. Xencî vê tevahîya kitêbên çapkirî yên dîrokî û coxrafî yên di heqê berhemên rojhilata navîn de ji bo min mûhîm bûn di wan herdu enstitûyên min li jorê behsa wan kir da cî digirtin. Ji raporên gerê min tenê xwe negihand yên misyonerên Amerîkî yên li „Missionary Herald û li Bibliotheca Sacrayê. 

Piştî ku min çavkaniyên bi mijara min re eleqeder nas kirin, min dest bi xebata li ser materyalên ku min kom kiribûn, kir. Li ser hilbijartina tiştên ku diviyabû ez bi hûrgilî li ser bisekinim, dudilî nemam; ji xwe tevahiya xisletê dîroka Kurdan di hilbijartinê de dibe xwediyê qerarê. Kurd, di kîjan qonaxa dîrokê de xwe nîşan didin, bira bidin, tu carî wek neteweyekî yekbûyî bi dezgehên dewletî dernakevin meydanê, di dêleva vê de em dibînin, ku ji nav wan hin eşîr xwe ji tariya dîrokê nîşan didin – carna ji bo ku qedera welatê xwe tayîn bikin; carna jî bi hinceta ku tevlî qedera gel û welatên cînaran bibin, lê bi pirranî bêyî ku serketî bin. Ji ver vê jî avahiya dîroka Kurdan, yanê ya Şerefnameyê, yeke etnografîk-dîrokî ye; yan jî, ku meriv kurt bibêje, Şerefname di eslê xwe de dîroka hin eşîrên Kurda ye. Êdî e’yan e, ji bo fehmkirina eşîrên Kurdan, ku bi awayê ku di Şerefname û gelek çavkaniyên din de bi tafsîlat hatiye îzah kirin, diviyabû ez zêdetir bi avahiya eşîrên Kurdan re mijûl bibim û wan temsîlkarên eşîrên Kurdan yên îro, ku hejmara wan gelek e, nas bikim.  Ya rast ev pêdiviyeke ilmî bû -heta ji dest tê- meriv çavkaniyeke berfireh ya eşîrên naskirî yên Kurdan û cîûwarê wan amade bike, ku xebatên Ewrûpî û Amerîkiyan yên li ser coxrafya û etnografiya Asyaya Pêşîn sal bi sal zêdetir dibin, ji bo vê armancê îmkanên baş didin me. Di ser de bi min zelal bû, ku çavkaniyeke bi vî awayî ji bo kesên di pêşerojê de diçin li cîûwarên Kurdan digerin û behsa wan deran dikin, û bi vî awayî kêrî zanistê tên, pirr bi fêyde ye. Bi saya wê meriv dikare edisyon-kritîkekê ya Şerefnameyê tevî wergera wê ya baştir amade bike.

Mixabin demeke dirêj îmkanên min rê nedan min, ku ez bi rêk û pêk bi xebata xwe re mijûl bibim, loma jî min tenê karîbûye hinekî wexta xwe bidimê. Ji dêleva vê min dewam kir û materyalên din tovî serhev kirin, ku di dawiya sala 1885an de min îmkan bi dest xist, ku çavkaniya min li jor behs kiribû ya li ser eşîrên Kurdan û cîûwarê wan, bi dawî bînim û herweha jê re pêşgotinekê binivîsim, ku tê de rewşa niha ya hêlên lêkolînên Kurdolojiyê zelal bikim. Birêzê akademisyen von Dorn, ku min ev xebat pêşîn gihandibû wî, ji ber qedirzaniyê ew pêşkeşî Koma dîrok-fîlolojiyê kiribû. Ji ber serîlêdana wî, vê komê qerar da ku xebata min di bin sîwana[3] xwe de çap bikin. Di çileya pêşîn ya 1855an de dest bi çapa deftera pêşîn ya Lêkolînên li ser Kurdên Îranê û pêşîyên wan, Keldanîyên Bakur, St. Petersburg 1856 VI û 121 rûpel 8. kir. 

Sirf ji ber wê ku Akademîya Zanistê ya Qraliyetê mesrefên çapkirina xebata min da ser xwe, ez gelekî motîve bûm, ku mijara min hilbijartiye –hetanî quweta min têr dike- bi her hêlî ve bikolînim. Gava ez bûm xwediyê wê rûmetê, ku ji aliyê vê Komê ve bi xebateke nû ji bo pêşdexistina lêkolînên Kurdolojiyê hatim wezîfedar kirin, min xwe êdî ji vî tiştî re zêdetir mes’ûl hîs kir. 

Die Nordische Biene di 23yê Çilêya Pêşîn ya 1855an de di pêveka xwe de nivîsek („Die Kurden im Gouvernement Smolensk“ von K. Mikeschin – Kurdên li herêma Smolenskê) derket, ku jê Akademîya Zanistê xebera girtina girtîyên şer yên Kurd li navenda Împaratoriyê stend. Di civîna pêşîn ya sala 1856an de Birêz von Dorn, bi alîkariya birêzên akademîsyen Böhtlingk, Brosset, Köppen, Kunik û Schiefner yên Koma dîrokî-fîlolojîk,, serî li Serokê Akademiyê da, ku ew destûrê bidin min, ez di bin sîwana wan de herim cem wan Kurdên, ku li Roslawlê êsîrên şer[4] in. Cenabê Kont, D. N. Bludow, destûr da. Rapora, ku min di Bulletin historico-philologique Cild XIV rûpel 76-96 (Mêlanges asiatiques Cild II, rûpel 621-649) de weşand, ku li gorî lizûmiyê ez hin tiştan jê di vê berhemê de jî tînim ziman, piştî vegera min ji Roslawlê, min pêşkêşî Komê kir û loma jî êdî ez gerek nabînim li vir behsa hevdîtina xwe bi Kurdan re bikim. 

Ji ber gera min xebatên min yên li ser dîrok û etnografyaya Kurdan ji bo demeke dirêj li aliyekî man, lewra diviyabû êdî min tevahiya bala xwe bida ser zimanê Kurdan. Bi lêkolîna li ser ziman pê de-pê de ez gîhiştim wê qenaetê ku xebatên dîrokî ancak gava mil bidin yên zimên pêş de diçin.

Lê materyalên ziman yên min hetanî niha kom kirine ji bo têkiliya Kurdî bi devokên din yên Îranî re ji aliyê gramer û leksîkolojîk ve bi awayekî serketî zelal bikin, kêm in. Ji bo ku ev mûmkîn be, divê ji aliyên cihê-cihê ve materyalên nû, û  ya mûhîm, yên saxlem bên kom kirin. Gava destpêkê hatiye avêtin. Birêz v. Dorn, gava li ser biserketina gera min ya Roslawlê raporek nivîsî, ev kêmasî dît û bêyî ku bisekine gav avêt, da ku di peydakirina materyalan de alî min bike. (Binihêre: Bulletin historico-philologique Cild XIV. rûpel 75-76 û Mélanges asiatiques rûpel 619) Ji ber vê wî serî li du hev hevalên xwe yên akademîsyen da, ku herduyan jî şukir bersiveke erênî dan xwestinên birêz v. Dorn. Yê yek ji wan konsolosê bi Oriyentalîstan e’yan e, endamê Akademiyê, Cenabê Nicol. von Chanykow e. Di Çilêya Pêşîn yê 1856an de wî ji Akademiyê[5] re destxeteke piçûk şand ku tê de xêncî şiîrên bi Farisî û Tirkî, herwiha yên bi Kurdî jî cî digirtin. Xêncî vê bi saya Birêz von Chanykow li Sauçbulaqê [Mehabad], li navenda eşîra Kurdên Mukrî, wergereke Gulistanê hate çêkirin, ku beşên destpêkê di Tirmeha eynî salî de xwe gihandibû Akademiyê. Ji bo nasîna devokên Kurdî ez ê gotina xwe ya bi saya van herdu çavkaniyan di ciyekî munasib de divê bê îfade kirin, texsîr nekim. 

Di e’ynî demê de bi Birêz Chanykow nûnerekî din e berjewendiyên Rusyayê temsîl dike li Rojavayê ye; Konsolosê Erzurumê Birêz Jaba, endamê konseyê yê teqawûdbûyi, ji bo lêkolînên li ser zimanê Kurdî bi awayekî jêhatî materyalên bi qedr û qîmet derdixe meydanê. Min di pêşgotinê de behsa materyalên pêşîn yên wî sala par şandin, kir (mêze bike rûpel V, dîpnot û S. 28). Di heqê paketa dudiyan ya ku Akademiyê di Temmuza îsal de girt, raporeke min ya bi rêk û pêk dê di Bulletin historico-philologique de derkeve. Ev materyal ne tenê ji aliyê ziman ve balkêş e, ji ber ku tê de tenê werger cî nagrin -weke materyalên pêşîn. Tê de metnên orîjînal yên bi Kurmancî cî digrin, ku herwiha agahiyên biyografîk yên gelek şairên Kurd yên hetanî niha nenas mane, tên dayîn. Piştî wê detayên etnografîk-statîstîk di derbareyê eşîrên Kurd yên di nav sinorên Tirkan de cî digrin, tên. Konsolosê birûmet zehmeteke mezin kişandiye, ku meriv çiqas pesnê wî bide jî têr nake. Wî hemû metnên, ku wî ji Akademiyê re şandine, bi alfabeya Latînî li gorî telafûza Frensî transkirîbe kiriye. Da ku rêya zimanê Kurdî ji lêkolînên ilmî re bê vekirin, ew di cehda xwe de îsbateke ji vê mezintir nîşan dide, gava Birêz Jaba bi şandina wan materyalan herwiha wergera wan ya bi zimanê Frensî jî dişîne, da ku ew bên fehm kirin. 

Herkes dê bizanibe ka Birêz Chanykow û Jaba xwediyê kîjan rûmetî ne, gava ew ked û emega wan ji bo pêşdexistina lêkolînên Kurdî û bi vê re  jî ji bo lêkolînên Îranîzmê dibîne.

Gava ez van rêzan dinivîsim, herdu hejmarên Nîsan û Gûlanê yên îsal yên Journal asiatique dikevin destên min, ku tê de materyalên nû yên bi qedr û qîmeteke mezin ji bo lêkolînên Kurdî cî digrin. Qesta min „Études philologiques sur la langue Kurde (dialecte Soleimanie)“ ya birêz Alexander Chodzko ye, ku di vê berhema han de ez ê serê carê behsa wê bikim. 

Ev metnên Kurdî yên ku ji aliyê min ve di beşa pêşîn de tên weşandin, tev li Roslawlê hatine kom kirin – xêncî pêvekê. Stranên gelêrî yên min li wir tov kirine, ez hê parve nakim; weşana wan li hêviya xebateke bi taybet ya li ser strana gelêrî ya Kurdî ye. 

Min cehd da ku metnên ji êsîrên şer peyda bûne, hetanî ji destê min hat, yeko-yeko wergerînim[6], da ku hînbûna ziman hêsantir bikim. Kevan ji aliyê min ve di du maneyan de hatine bikar anîn. Yek (û bi pirranî) ew nîşan dide, ku tişta di nav de ye, di metnê de tuneye. 

Dudi: Di nivîsîna metnê de ez li wê geriyam, ku herikîna axaftinê ya Kurdan bi dest bixim. Ji ber vê jî carna li hin ciyên ku mantiqa cumleyê wê bixwaze jî, hin virgul dê tunebin. Di nivîsîna îşareta pirsê (?) û ya balkişandinê (!) de ez pêşîn pirr bi dîqet nebûm û ji ber vê jî ji xwendevanan daxwaza qebûlê dikim.

Di pêvekê de min 1) hin rêzik ji perçeyê wergera Îskendernameya Nîzamî ya ku Jaba ji me re şandibû, 2) wergera 25 gotinên pêşiyan yên ji Tirkî (ji gramera Tirkî ya Jaubert), ku birêz Jaba ji 200 hevî zêdetir dabû wergerandin[7], û 3) wergera Gulistanê, bi qasî ku Birêz Chanykow ji me re şandiye.

Çapkirina ferhengokê û ya gramer û hwd. di dema pêşiya me de ewqas wextê min bistîne, ku ez fikra weşandina kronojoliya Kurdan ji bo niha û belkî jî tim û tim ji plana xwe derxim. – Xwezila meriv bikarîbaya di heqê vê berhema han, ku di xebata Dittel de di du jêrenotan de navê wê derbas dibe, agahî bi dest xistiba. Ew li Konstantinopelê bi navê Storia della Regione des Kurdistan; Constantinopoli; Giuseppe Campanelli. 1818 derketiye. Herwiha di heqê kitêbeke li ser dîroka Kurdistanê çap bûye jî, ez xwediyê zêde malûmatan ninim. Di Nameyên wî yên ji gerên wî yên li biyaniyê yên Jacob Jonas Björnstahl di heqê sekna wî ya li Constantinopelê em rastî van rêzan ten:

„Di 8 Çileya Paşîn ya 1778an de ez çûm dêra Dominikan ya li Galatayê, ku min li wir rahîb Raphael Zerowinsky zîyaret kir. Ev zilam li Pragê hatiye dinê û eslê wî Polonî ye. Ew li Ninovayê gelek maye û ew wî welatî gelek baş nas dike. … Lê her çi Kurdên li Kurdistanê ne yan jî li Medyaya kevn in,  ku bi zimanê Kurdî qise dikin, ew musilman in. Sê kesên ji dêra Dominikan gava wê demê li Musilê dimînin bi zimanê Îtalî bi xarîteyên coxrafîk dîroka Kurdistanê dinivîsin û berî çend mehan ji bo çapkirinê şandine Romayê. Wan agahiyên xwe bi pirranî ji Paşayê Amediyê stendine, ku navê wî Baram e û li bajarê Zaxoyê li ber çemê Zapê bi rêwîtiya çar rojan ji Ninovayê ber bi Rojavayê tê. Ew ji xelîfeyê Bexdayê ye û di destên wî de gelek nûsxeyên li ser parşomenan, ku heft hetanî heşt sedsal kevn in, û tomarên bi zimanê Farisî hene. Wan misyoneran herwiha ji bo berjewendiyên xwe ferhengeke bi kurdî-îtalî amade kirine, ku hê bi dest hatiye nivîsîn. Ji bo ku ew bi Kurdî binivîsin, wan alfabeya Erebî girtine –weke Tirkan.“

Sankt Petersburg, 16. Tebaxa 1857 

Peter Lerch


[1] Di Bulletin historico-philologique Cild. IX. No 15 û Mélanges asiatiques tirés du Bulletin historico-philologique Cild I, rûpel 502 û dewama wê da çap bû.

[2] Binihêre: Catalogue des manuscrits orientaux de la Bibl. Impériale de St. Petersb. No CCVI. (rûpel 295); Fraehn Die Bibliothek aus der Scheich-Sefy – Moschee zu Ardebil in d. St. Petersb. Zeit. 1829 No. 44-46, S. 296; Wolkoff Journ. asiat. (1-e Série), T. VIII, S. 291 u. flg.; Dorn Das asiatische Museum S. 283, 348 u. 661; Morley A descriptive catalogue of the historical manuscripts in the arabic and persian lang. preserved in the library of the Roy. As. Soc. of Great-Britain and Ireland. Lond. 1854. 8. No. 158 (cf. Journ. asiat. 1854. Ve Série, T.I S. 869); Hadgi-Khalfa Lexikon bibliogr. ed. G. Flügel No. 2135, 2144; Herbelot Biblioth. orient. s.v. Tarikh – al – Akrad. Barb Über die Kurdenchronik von Scheref in d. Sitzungsberichten der philos.-hist. Classe der (Wiener) Akademie d. Wiss. Bd. X. S. 238 und Geschichtliche Skizze der in der Chronik von Scheref behandelten kurdischen Fürstengeschlechter, ibid. Bd.  XXII, S. 3 u. flg.  

[3] Binihêre: Bulletin historico-philologique de l’Académie Impériale des sc. de St. Pétersb. T. XIII.. S. 142, Séance du 16 (28) Nov. 1855; Compte rendu de l’Académie Impériale de. sc. 1855. Par M. A. de Middendorf, Secrétaire perpétuel. St. Pétersb. 1856. 80. S. 122.

[4] Binihêre: Séance du 8 (20) Fevrier 1856, im Bullet. hist. phil. T. XIII p. 207, 208

[5] Bulletin de la Cl. hist. philologique T. XIV rûpel 219

[6] Di eynî wextî de cildê dudiyan yê …. derdikeve, ku eynî metn in lê bi wergera Rûsî û raporek li ser gerê çap dibin. 

[7] Min li van wergeran transkripsiyonek li gorî alfabeya Lepsius, wergereke motamot ya almanî û orîjînalên Farisî û Tirkî lê zêde kir. Li transkripsiyonê min dupatkirin zêde nekir, ji ber ku di metna Jaba de ew tunebûn. Herwiha dengên dirêj jî min lê zêde nekirin. Zimanên Slavî dengên dirêj nas nakin, loma jî di metnên ku Jaba berhev kirine de transkripsiyona wan cî nagre. Ji metnên birêz Chodzko de jî dirêjîya dengan hertim nehatiye nîşan kirin.  

Leave a Reply