You are currently viewing Bi Ali Çiftçi ra li ser edebîyata zarokan hevpeyvîn – Abdullah Încekan

Bi Ali Çiftçi ra li ser edebîyata zarokan hevpeyvîn – Abdullah Încekan

Weşanxaneya APECê yek ji wan weşanxaneyan e ku li gorî standarta cîhanê kitêbên bi kurdî diweşine. Programa wan ya ji bo zarokan him dewlemend  û him jî biserketî ye.

Bi sala ne ku ez jî wek xwendevanekî programa wan teqîb dikim û xisûsen li hêvîya kitêbên wan yên zaroka me. Gelek caran min kitêbên nivîskarê navdar yê zarokan Sven Nordqvist bi saya werger û çapa wan ya bedew ji zaroka xwe re xwendîye û ez ji ber vê deyndarê wan im. 

Ji bona ku xwendevanên Nûbiharê jî ji nêzik va vê xebata qedirbilind û xwedîyê APECê nasbikin, min hevpeyvînek bi Ali Çiftçi re kir. 

Îmkana ku em rûbirû hevdû bibînin û sohbetê bikin, tunebû, lewra em her yek li welatekî ne. Ji ber vê jî me got bira sinor nebin astengên pêşîya me û bi rîya emaîlê ev hevpeyvîn hate hole.

Spasdarîya min

Berî ku ez bersivên we bidim, mala we ava ku hûn bi weşandina kovara Nûbiharê hem kurdiya me ya şîrîn li ber dilê me şîrîntir dikin û hem jî ji bo pêşxistin û parastina vî zimanê kurdî karekî pîroz dikin. 

Gundê Kelhesena Qonyayê û salên xortîyê

Ez ji gundê Kelhesen ku girêdayî qeza Cihanbeyli/Qonyayê ye me.

Ji ber sebebên siyasî berî ku bêm Swêdê, ji 1977 heta 1979, du salan li Sîweregê mam. Dema li bakûr di sala 1979an de îdara eskerî hat, ez hê li Sîweregê bûm. Di payîza 1979an de ez vegerîm hatim Qonyayê. Demekê li gundê xwe mam. Rewşa sîyasî wê demê pir tevlihev bû! Ew kesên ku di nav organîzasîyonên çep an yên kurdan de kar kiribûn, dihatin girtin. Îmkana ku di rewşeka normal de xwendina bilind li Tirkiyê ji bo însanên wek me nebû! Ez jî mecbûr mam ku welêt terk bikim. 

Jîyana li Swêdê

Ez di destpêka 1980î hatim Swêdê. Li Swêdê ji berê de tevgera ku sempatîya min pê re hebû, bi rêxistînî hebû. Ji ber wê hilbijartina Swêdê bo min ne zor bû! 

Dema ez hatim, di heman wextê de min dest bi karûbarê komeleyatîyê kir. Heta 1987an, hem di xebatên îdeal de û hem jî ji bo îdare xwe ya rojane kar kir. Di vê navberê de min her xwendina xwe jî berdewam kir. Li vir xwendina pedagojîyê, tercumanîyê (kurdî-swêdî) û dibistana bilind a mamostetîyê jî qedand. Heta 1988an hem karê tercumanîyê û hem jî karê mamostetiyê kir.

Bavê sê zarokan

Zewicî me. Bi navê, Evîn, Temo û Ronî sê zarokên min hene. Her li Stockholmê dimînim.

Xwendina pedagojîyê li Swêde

Li Swêdê min demeke dîrêj bi hevalên ji tevgera siyasi ve di karên komeletî û weşangeriyê de kar kir. Piştî demekê ez jî wek piraniya pênaberên din mecbur bûm, ji xwe re karekî bikim daku îdara xwe ya rojane bikim. Karê min ê ewil li Swêdê, di krêşeka zarokên swêdî de kar kirin bû. Piştî bi karkirina du-sê salan min biryar daku ez perwerda zarokan bibînim û min salek tenê li ser pedagojiya zarokên biçûk xwend û pişt re jî du salan jî dibistana mamostetiyê xwend. Di vê navberê de bala min pir çû ser kitêbên zarokan ku li Swêdê derdiketin.

Bêkitêbbûna zarokên me ez meşxul dikirim

Li Swêdê zarokên kurdan jî, wek hemû zarokên din, heqê wan yê perwerda  zimanê xwe hebû. Ew kesên ku dixwestin, zarokên xwe dişandin bo fêrbûna zimanê xwe. Lê, bo mamostên kurdan materiyalên dersê pir kêm bûn. Dewleta Swêdê bo zarokên kurda çend kitêbên dersê bi kurdî dabûn çapkirin, lê ew têrê nedikirin. Divê ji derweyî wan kitêbana hinek kitêbên din wek alîkar hebûna. Ew mîletên din ku xwedî kitêb bûn, piraniya wan ji welatên xwe kitêb dihan anîn. Wek nimûne ji bo zarokên tirka ji Tirkiyê kitêb spariş dikirin. 

Xwestina wergerandina zincîrek kitêb jibo mektebê

Dema min li kirêşa kurdî kar dikir, pirê caran kitêbên swêdî bi kurdî ji zarokên kurdan re dixwend. Bala zarokan pir dikişand. Ji ber ku hem naverok û hem jî wêne û derûdor bo zarokên li Swêdê ne xerib bûn. Ji çîrokê zû têdigihêştin, xwe tê de dîdîtin û wêne pir bi hêsanî dixwendin. Di wê demê de fikrek di serê min de çêbibû ku em bikaribin ji bo zarokên kurda jî wan kitêbana, qet nebe zîncîreyek ji 10 heta 15 kitêban wergerînin ku ji dema nû re diguncin. 

Anonsa ku APECê dide avakirinê

Dema 1987an min biryara xwe ku ez ê êdî bi tevgera siyasî re kar nekim da, demeke pir kurt, min xwe di valahiyekê de dît. Divê min karekî nû bida ber xwe bo kurdîtiyê. Di nav tevgerê de hinek tecrubeyên min yên weşangeriyê çêbibûn û fikra kitêbên zarokan jî hê di serê min de hebû.

Rojekê min di rojnameya rojane ya Swêdî ya bi navê „Dagens Nyheter, DN“ê de anonsek dît: Nêzî mala min çapxaneyeka biçûk dihat firotin. Fikra kitêbên zarokan hema ket bîra min û min yekcar bîryar da ku ez hema herim wê çapxane bikirim û fikra weşangeriya kitêbên zarokan bicih bînim. Min ji xwediyê anonsê re telefon kir, ka yê bikaribe çapxanê hema wê rojê nişanê min bide? Bersiva xanima ku xwediyê çapxanê bû, got: „Eger tu bikaribî heta nîv saetekê bê, ez dikarim îro nîşanê te bidim.“ Keça min Evîn wê çaxê hê şeş-heft meyî bû. Min hema ew pêça. Deqa dawî me xwe gihand çapxanê. Dema xwedîyê çapxanê li halê min nêrî, got: ‚Gelo ma tu bi rastî dikarî vî karî bikî? Ew kar karekî bi stres û jê ra pir karkirin lazim e!“ Min yekcar bersiva wê da û got: „Belê! Ez karim û dixwazim hema niha û îro bikirim.“ Lê qet mesela pera jî nefikirim bê ka gelo îmkana min heye an na!

Qerara ecele û îmzekirina peymana di nîv saetekê de 

Dema xwediyê çapxanê dît ku ez bi xwedî bîryar im, got: „Baş e, madem tu bi biryar î, heqê vê çapxanê zêde ye, lê bi sed hezar krona didim te, bi nîva wan tu dê bo min karê çapê bikî û nîva din jî pere bidî.“ Min pêşniyara wê qebul kir û me peymana xwe jî di hundirê nîv saetekê de îmza kir. Hevala min, diya Evînê jî mat mabû, her li min temaşe dikir! Ne wext dît ku pirs bike, bê gelo tu çi dikî û ne jî hat bîra min ku ez dîtina wê pirs bikim! Me xatir ji xwediyê çapxanê xwest û bi derî rê ketin. Di rê de hat bîra min, ma gelo ez ê vî pênce hezar kronî ji ku bînim! Wê demê min ji hevala xwe re got, gelo em ê bikaribin ji banqê vî pereyî deyn bikin? Hê wê çaxê deng bi hevala min ket û got: „Ez hêvî dikim, tu dizanî tu çi dikî?“

Destpêkirina bê sermaye

Roja dinê em çûn banqê. Ji ber ku hatina me herduyan jî kêm bû banqê ji bo vî pereyî du kefîl dixwestin. Li derûdora min ji gelek heval û dost hebûn, lê piraniya wan kesên siyasî û bê kar bûn. Heval û dostê min yê nêzik Amed Tîgrîs wê demê karê mamostetiye dikir, banqê dê kefiltiya wî qebûl bikira. Min hema jê ra telefon kir û hal û hekata kirîna çapxanê jê re got. Wî camêrî jî qet pirs nekir û di cih de got: „Erê, dibe!“ Hevalekî min ji Antoliya Navîn, ji gundê Yeniceobê, Memet Kesmez jî nîvkefîltî qebul kir. Me ji banqê pere deyn kir û perê xwediyê çapxanê dayê. 

Piştî kirîna çapxanê di 1ê sibata 1988an de me weşanxaneya APECê li Stockholmê ava kir. 

Giranîya progama APECê

1) Kitêbên zarokan 

Piranî ji weşanên Apecê yên zarokan in. Hem ên perwerdê û hem jî yên edebî hene. Sebeba ku em giranî didin kitêbên zarokan ev e: Divê zarok di wextê xwe de bi kitêban re bibin heval! Dema ev bingeh bo zarokan di wextê de neyê dayîn, ê dura bo wan pir bizahmet be! Nimûnên vê di her aliyê ciwata me de xûya ne!

2) Berhemên lêkolînî

Beşeka din ya weşangeriya Apecê berhemên lêkolînî ne. Ew beş jî wek beşa kitêbên zarokan pir giring e. Heta niha lêkolînên ku di derheqê gel û welatê me de hatine kirin, pirê caran, ji aliyê kesên ne kurd ve hatine kirin. Me xwest ev kurd an dostên kurdan ku bûne xwedî lêkolînan, bikaribin berhemên xwe di wextê de belav bikin. Di vî warî de jî çend berhem hatine weşandin. Ew berhem bi kijan zimanî bin, tên weşandin. Heta niha me bi zimanê kurdî, swêdî, tirkî, erebî, farisî û bi îngîlîzî berhemên bi vî rengî weşandine. 

Swêd: Welatê kitêbên zarokan

Aliyê weşanxana Apecê ya herî girîng, kitêbên zarokan in. Sebeba ku me bi piranî kitêbên zarokan ên ji zimanê swêdî  dane wergerandin ev e: Di wan 20-30 salên dawî de edebiyata zarokan a swêdî li dinyayê bi navûdeng e. Nivîskarên wek Astrid Lindgrenê  ku li dinyayê deng dane pir kêm in. 

Kitêbên zarokan ku li dinê di wan salên dawî de bi pir zimanan hatine wergerandin yên swêdî ne.

Zaravayên kurdî mil didin hev

Me heta niha bi dehan ji niviskarên swêdî, ku tenê kitêbên zarokan dinivisînin, wergerandine. Em her sal di navbera pênc heta deh kitêban werdigerînin bo zimanê kurdî. Piranî bi kurmanciya latînî derdikevin; bi soranî û dimilî jî tên weşandin. Carcaran em kurmancî û dimilî bi hev re di eynê kitêbê de çap dikin. Carcaran jî soranî û kurmancî bi hev re tên çap kirin. 

Şiklê xebatê

Ew kitêbên ku tên wergerandin ji aliyê redeksiyona Apecê ve hemû tên kontrol kirin. Pirê caran yek an didi ji endamên redaksiyonê wergera ewil dikin û piştre hemû bi hew re li ser kar dikin.

Mîsal ji folklora me: Pîrê û Rovî

Kitêbên zarokan bi zimanê kurdî gelek kêm in. Helbet tenê bi wergera kitêbên ji ziman û kultureka din, têr nake, divê em ji edebiyat û folklora xwe jî bo zarokan kitêban pir bidin weşandin. Di vî warî de jî me çend kitêbên zarokan wek Pîrê û Rovî weşandine. 

Di destpêka 2008an de antolojîyek ji çîrokên gelerî yên kurdî dê bê weşandin.

Edebîyeta zarokan ya bi kurdî heye

Bi ya min helbet meriv dikare bêje ku edebîyeta zarokan ya bi kurdî heye. Bi niviskî herçiqas hindik be jî heye. Lê edebiyata zarokan ya devkî jî heta ciyekî, ez dikarim bêjim ku ji yê gelên din dewlementir nebe jî, ji wan kêmtir jî nîne! Lê ji ber guhartina demografîya welatê me ji vî aliyê edebiyata devkî de niha gelek paşketin çebûye.

Edebîyata devkî: Karekî bingehîn

Ji ber vê yekê jî ew edebiyata devkî ya dewlemend a kelepura kurdî divê ji her aliyê welatê me bên berhev kirin û bibin kitêp û bên weşandin. Ev kar yek ji wan karên herî pîroz e ku divê bêt parastin û pêşxistin. Di wir de folklor, çand, edet, ziman û kesayetiya me heye. Îro ji do pirtir pêwistîya me bi bilindkirina kesayetiya kurdî heye. Ew jî dê bi rêya edebiyeta zarokan bêt parastin û pêşxistin.

Fînansekirina weşanxaneyê

1) Çapxane

Sebeba ku me çapxane jî bi rû de vekir ev bû ku me di destpêkê de dizanî ku em tenê bi weşangerîya bi zimanê kurdî, di mesela aborîyê de nikarîn îdara xwe bikin. Çapxane ji bo em bikaribin weşangeriya bi kurdî heta niha bimeşînin, ji weşanxanê re bû fînansa yekem. 

2) Firotina kitêban

Ya dûyem jî ji firotina kitêban e ku her çiqas xwe finanse neke jî ji belavkirina weşanên Apecê ne. Ev 19 sal in pirtûkên kurdî bi taybetî yên zarokan, çîrok, pirtûkên dersê yên zarokan, helbest, roman, lêkolîn û kovara Bîrnebûnê, bi piranî li bajarên Ewropayê û pir hindik jî li Tirkiyeyê belav dibin. 

3) Teşwîqa dewletê

Finanseyeka din jî heye ku divê em kurd tu carî ji ber nekin, ew jî politikaya dewleta Swêdê ye ku alîkariya karê kulturî bo hemû xeribên ku li Swêdê dijîn dike ye. Kurdên Swêdê, ji vê polîtîka dewleta Swêdê gelek feyde dîtine. Di destpêka 1980î de dema kurd li welatên Ewropeyê wek pênaber belav bûn, Swêd yek ji wan welatan bû ku hemêza xwe bo pênaberên kurda vekir û bo zimanê wan jî bêt parastin îmkanên ku ji bo xerîbên din hebûn, bo kurda jî rê da ku em îro dikarin bi rihetî bêjin ku ji salên 1980î vir de ye zimanê kurdî bi taybetî bo kurdên bakûr, li Swêdê gulveda. Gelek berhemên edebî, lêkolînî û perwerdeyî bi zimanê kurdî hatin weşandin. Ji vir Weşanxaneya Apecê jî ji bo hinek kitêbên zarokan alîkarê wergirtiye. Herçiqas ew alîkarî wek berê nemabe jî her berdewam e. Helbet ew alikariya ku dewleta Swêdê bo hinek berhemên edebî dide hemû weşanxana, ne bo temamê finansa kitêbê bike ye. Ew tenê bo teşwîkkirinê ye. 

Ji ber vê jî ew weşanxaneyên ku tenê li ser vê hesabê weşangerî kirin, piştî demekê nikaribûn weşangeriya xwe bidomînin. 

Projeyeke nû: Kepîr – kovara zarokan

Kepir kovareka zarokan e ku li Dihokê bi zimanê kurmancî, lê bi tîpên elfaba erebî, ji aliyê weşanxana Spîrêzê ve têt weşandin. Ew hejmara ku bi tîpên alfaba latînî derketiye bi hevkariya herdu wêşanxana hatiye weşandin. Armanc ew e ku bo zarokên kurdên bakûr û yên li Ewropayê bikaribin li ser dîrok, folklor, edebiyata kurda bi zimanê kurdî bixwînin. Ev hejmareka nimûne ye. Eger daxwaz û îmkan bûn em ê bi hevkariya herdû weşanxana biweşînin. Ez bi xwe pêwîstîyeka pir girîng dibînim û hêvî dikim,  însanên me li kovareka bo zarokan bêt weşandin xwedî derkevin, daku zarokên me jî hem ji bo kesayetiya xwe xûrt bikin, pê serbilind bin û hem jî bikaribin agahiyên nû bi zimanê xwe bixwînin, daku bi pêşkewtiyên di her warî de bi ziman û hisên kurdayetiyê ve mezin bibin!

Projeyên  pêşerojê

Her berdewamiya weşandina kitêbên nû yên zarokan in. Em ê di sala pêş me de komek ji çîrokên folklorîk yên kurdî biweşînin. Ansîklopedîya Zarokan ku berî bi sê salan bi kurmancî derketibû, dê di sala 2008an de bi soranî, bi tîpên erebi derkeve.

Ji bilî kitêbên zarokan çend kitêbên bi zimanê swêdî û îngîlîzi di derheqê kurdan de dê bên weşandin.

Nivîskarê navdar Sven Nordqvist! 

Xwendina bi kurdî ji APECê tamekî din dide meriv.

Nivîskara navdar Astrid Lindgren

Di destê Ali Çiftçi de kitêba “Manga Sor holikê çêdike“

Leave a Reply