You are currently viewing Dem, dema xebatên akademîk e…

Dem, dema xebatên akademîk e…

Dem, dema xebatên akademîk e…

Her diçe xebatên taybet yên li ser ziman û çanda Kurdî zêdetir
dibin. Yek ji van xebatan jî xebata dawîn ya nivîskar û zimannas Abdullah İncekan e, ku ji nav
weşanên Nûbiharê derket: Ez
Kurdî Hîn Dibim – Geçişli Fiiller ve Ergativ
.

Kitêba A. İncekan
bi tevahî li ser rola fiîlan di zimanê Kurdî de û mijara Ergatîvê ye. Nivîskar
di pêşgotina berhema xwe de
wiha li ser mijarê disekine:

Armanca pêşîn ya Ez
Kurdî Hîn Dibim – Geçişli Fiiller ve Ergativ
ew e ku taybetiyên fiîlên gergûhêz
û mijara Ergatîvê îzah bike û di hînbûna wan de rê û rêbazekê nîşan bide.

Fiîlên gergûhêz ji ber Ergatîvê di gramera
Kurdî de mijareke tevlihev e. Ji ber vê jî di nav Kurdîaxêvên nifş
ên nû de hejmara yên ku di vê hêlê de xeletiyan dike, herroj zêdetir dibe.
Ev gruba fiîlan yek ji dijwartirîn hêla gramera Kurdî ye.

Ez
Kurdî Hîn Dibim – Geçişli Fiiller ve Ergativ
dixwaze valahiya di vê hêlê de
-hinekî be jî- tije bike.

Di kitêbê da bi mînakan
fiîl û mijara Ergatîvê tê îzah kirin. Dû re gelek temrîn û mifteya wan li ber
destê xwendevanan in. Di dawiya pirtûkê de li dora 500 fiîlî li gorî alfabeyê
rêzkirî, bi mîsalan û tevî meneya wan ya Tirkî cî digrin.

Abdullah İncekan di sala 2009an bi kitêba xwe ya bi navê Ez
Kurdî Hîn Dibim – Prat
ik
Kürtçe Dersleri
li
Tirkiyeyê bala xwendevanan kişandibû û kitêbê li dû hev gelek çap kiribû.  Kitêba ku Almanî (Kurdisch kompakt) û Îngilîziya (Compact
Kurdish-Kurmanji) wê jî heye, di 2012an de ji aliyê rojnameya navdar ya
Almanî  Franfurter Allgemeine
Sonntagszeitung
ve di nav 36 pirtûkên layîqî diyariyê de hatibû
hilbijartin.

Abdullah İncekanê
ku di bin navê  Şivan
Perwer – Efsaneya Zind
î jiyana Şivan Perwer nivîsîbû, xebatên xwe yên li ser Kurdolojiyê li
Almanyayê dewam dike. 

Nûbihar yayınları

Yayın Yılı: 2014

Kitap Kağıdı

171 sayfa

16,5×24 cm

Karton Kapak

ISBN:6055053239

Leave a Reply