You are currently viewing Li ser Melayê Cizirî – Martin Hartman

Li ser Melayê Cizirî – Martin Hartman

Werger: Abdullah İncekan

Martin Hartmann (1851-1918) rojhilatnasekî navdar e. Wî Diwana Melayê Cizîrî di sala 1904an de li Berlinê çapkiriye û ev nivîsa li jêrê, ku li ser Mela ye, wek “Pêşgotin“ nivîsiye. 

***

Bi wasita lutufkar ya birêz Dr. Hermann Gries, wergêrê pêşîn yê sefareta împaratoriya Alman li cem cenabê mezin yê Sultan, di Adara 1896an de destnivîsa tovkirî, ya ku aîdî hevalekî birêz Gries bû, ket destê min ku esera edebî ya li vir wek fotolitografi hatiye dayîn jî tê da bû. Min di Wiener Zeitschrift für die Kunde des Morgenlandes 12 (1898) de, rûpel 102-112, raporeke kurt li ser nivîsî.

Di destnivîsa tovkirî da xêncî hinek perçeyên ne bi Kurdî ev berhemên han yên bi Kurmancî hene:

1.     Şiîreke bi sernavê „Qesîdeya Şêx Ehmed Elcizirî (ku bi Mela tê binavkirin)“ rûpel 2-20

2.     Dîwaneke bi sernavê „Dîwana Şaîrê Mîr Ehmed Elcizirî” bi îmzeya “Dîwana Mela Ehmed Elcizirî” rûpel 21-222

3.     Şiîra Mem û Zîn ya Mela Ehmed Elxanî, rûpel 224-403

4.     Rîsaleyeke tibbî ji alîyê Mela Mihemmed Elarwasî, rûpel 404-410

5.     Ferhengoka Erebî-Kurdi Nûbar ya Mela Ehmed Elxanî, rûpel 404-410; ev ji alîyê Albert von Lecoq -ku wî ji Surîyê ji destnivîsekê peydakiriye- di kitêba Metnên Kurdî da (Berlin 1904) wek fotolîtografî hatîye derxistin

6.     Eqîdeya Mela Ehmed Elxanî, rûpel 453-467

7.     Şiîreke wek ferhengok bi sernavê Gul Efsûn bi terza Nûbara Şahîn Xanî, rûpel 470-528

Perçeya herî muhîm rûpelên 2 heta 222yan[1] e ku li vir hatîye dayîn –ev perçe di destnivîsê bi xwe de wek xebata edebî ya Şêx Ehmed Elcizirî Îbn Omer tê nîşandan. Ji ber ku di rûpelên 220-222yan de terkîbbendek heye ku tê da misrayên dawîn yên çarînên şiîra pêşîn ji Dîwana Hafiz hene, dikarin li hember vê beyanê hinek şuphe hasil bibin. Lê Şêx Ehmed di sala 556an de (1161), Hafiz jî di sala 791î de (1389) wefat kiriye û mumkîn nine ku bikaranîneke wiha aîdî şaîrê me be. Meriv nikare vê îsnadkirina şaş wek delîl qebûl bike û xebatên wî bi tevahî mîna xebatên kesên din nîşan bide. Ez rastî ciyên ku meriv dikare bibêje kesin ji şiîra Farisî ya dû 556an hatine girtin, nehatim. Divê meriv bê şuphe qebûl bike ku rûpelên 2-219yan mehsûlên nivîskarê, ku navê wî di destnivîsê de hatîye dayîn, in. Îcar wê demê em xwediyê kitêbeke bêhempa ne. Heta niha destxeteke din ya eserên Şêx Ehmed ê Cizirî tune ye. Di sala 1900î de ez pê hesîyam ku şêxek Kurd ji wîlayeta Wanê îdîa dike ku di destê wî da dîwanek heye; lê min tiştekî qetî tesbît nekir. Albert von Lecoq di sala 1902yan de tesbît dike ku Kurdên li Surîyê bi navê Dîwana Mela dizanin, lê wan gotine ku di destê wan de ew berhem tune ye. Îhtimal heye ku nusxeyên din, belkî yê ji eva hanê çêtir û kevintir, derkevin holê. Sebebên ku min qerar dayê ez nusxeya Stenbolê bi halê wê yê orîjînal derbixim, ew in ku him ne qetî ye em nusxeyek din bibînin û him jî divê ez vê nusxeya hanê şûnda bidim xwediyê wê û li aliyê din qedera destnivîseke di destê yekî şexsî de jî nediyar e.

Gava meriv bide ber çavên xwe ku ev berhem di edebiyata Kurmancî de abideya duduyan e, wê demê qîmeta wê bi xwe der tê holê –bi şertê ku meriv gotinên Kurdan yên di heqê edebiyata Kurdî di kitêba Jaba Recueil de Notices et Recits Kourdes rûpel 8an de rast qebûl bike. Ev abideya kevintirîn ya vê edebîyatê ye ku di destê me de ye, gava li cîyekî Dîwana Elî Herîriyê kevn, mirina wî di 471an (1078) de ye, dernekeve holê.

Wiha xuya ye ku di heqê şaîr de sirf di kitêba Jaba de, ya ku li jor navê wê derbas bû,  agahdarîyek heye. Li wir tê gotin (rûpel 13 û dewama wê[2]): “Şaîrê duduyan Melayê Cizirî ye. Ew ji Cizirê, ji Botan e. Navê wî Şêx Ehmed e. Ew di sala 540î de li Cizîrê dertê holê. Di wî wextî de Mîr Îmadeddîn mîrê Cizîrê bû û xwîşkeke wî hebû. Dilê Şêx Ehmed ket xwîşka Mîr. Wî gelek xezel nivîs   î û dîwaneke piçûk jî amade kir ku navê wê “Dîwana Melayê Cizirî” ye. Zimanê Dîwanê zimanekî zerîf (mustelîh) e û Kurd gelek jê hez dikin. Mîr Îmadeddîn ji bona ku mêze bike ka Şêx Ehmed bi rastî ji wê hez dike yan na xwîşka xwe da wî. Lê Şêx Ehmed qebûl nekir. Wî di sala 556an de wefat kir û gora wi li Cizîrê ye. Gora wî ciye ziyaretê ye”.

Bê şik ev Mîr Îmadeddînê ku li vir behsa wî ye ew mîr e ku şaîr di 19 cot qit’an de bi wî re qisedike (rûpel 202-208). Sernavê herdu qit’ayên pêşîn  “sewala mela” û “cewaba mîr” in, yên dawîyê sirf “mela” û “mîr” in. Sirf di her du qit’ayên dawiyê de behsa navan tê kirin; gotina şaîr bi “Ez xulamê mîr Îmadîn” im û ya mîr jî bi “Ku Şêx Ehmed me ustad e” tê dawî kirin.

Ev Îmadeddînê ku li cem şaîr bûye Îmadîn kî ye? Gelo ew, ev mîrê mehellî ye ku têkiliya Mela pê re heye? Gelo ev meriv, ew kesê ku Jaba çîroka wî dibêje ev e? Yan jî ew merivekî naskirî ye di tarîxê de?

Bi îhtîmalekê emê cewabeke me têr bike bibînin. Di sala 521î de Îmadeddîn Zengî, bavê Nûreddînê mezin, Cezîra Îbn Omer fetih kir. Îbn Elatîr behsa vê sala hanê dike û dibêje eger bajêr teslîm neba, ewê wê şevê li ber lehiyê biketana û mîr û leşkerên wî helak bûna. Îmadeddîn di 5. Rabiussanî 541î de (14. Îlon 1146) ji aliyê koleyên xwe ve tê kuştin. Gava Mela, weke ku Jaba dibêje, bi rastî di sala 540î de dest bi nivîsîna şiîran kiribe, wê demê gelek wext dimîne ji bo ku ew bi mîr re têkeve têkiliyê û ev qisedana di şiîrê de jî tê fem kirin. Lê meriv nikare van tarîxan ewqas ciddî jî bigre. Gava Mela bûbe 60 salî, wê demê dibe ku wî di dema fetihkirina bajêr de ji alîyê Atabegê Musulê ve qabîliyeta xwe ya hûnerî pêşda biribe û mîna şaîrên rojava ev qabîliyet kiribe binê emrê Mîr.  Ku Îzzeddîn Alî Ibn Elatîrê 74 salan li dû şaîrê me wefatkiriye bi wê heneka li ser zewacê nizane me şaş nake. Ev meriv, nivîskarê navdar yê Kamilê, hemşehriyê wî ye û wî bi gotinên dema xwe û demên berê baş dizanîbû. Çîroka romantîk ya di heqê hezkirina Şêx Ehmed ji prensesa bedew piştî salan hatiye dîtin. Lê ku kronist qet bi tu carî behsa şaîrê Kurd, ku di wê demê de jî qîmeta wî li cem gelê wî gelek zêde bû, nake, ne tesaduf e. Li vir motîfên neteweyî rolekê dilîzin. Famêla Ewlad Elatîr[3] li Kurdan bi çevekî dostane mêze nedikirin û bi gelemperî eyan e ku Ereb qîmetê nadin edebiyatên biyanî. Ibn Elatîr baş Kurdî zanîbûbe jî, ew lê negerîyaye ku Dîwana Melayê me ji nêzîk ve nasbike.

Melayê Cizirî wek şaîr çiqas mezin e, di heqê vê de ez cesareta ku qerarek bidim bi xwe re nabînim. Lê ez dikarim sirf vê bibêjim: Eyan e ku ev terza şiîrê ya tasawufê di serê sedsala pêncan de li Rojava Pêş û ya Navîn bi gelemperî dihate nasîn û xwendin. Xebateke cidî dikare belkî derxîne meydanê ku şaîrekî Farisî wek esas hatiye girtin. Ev kesin e ku em gelek motîf û tabîran ji şiîra Farisî nasdikin. Û dîsa eyan e ku hevwelatîyên şaîr gelek zû qîmet dane wî – mîna îro (li jorê mêzebike). Ew tew layîqî şerhbûnê jî bûye: di rupela 128an de bi qelema sor hinin not, bi ش,  bi zimanê Farisî hene.

Şiîra Şêx Ehmed wek abîdeya ziman xwediyê qîmeteke pir bilind e. Gava meriv sirf li şiîra wî mêzebike, meriv netîceyeke qetî dernaxe, ka gelo ew ceribandineke şexsekî, ku gelek baş biserketî ye, ye yan xelekek ji zincîrekê ye ku bi aliyekî ve diçe. Di îhtîmala ewil de ev Dîwana hanê esera li dijî kitêba ji tovkirina kilamên gelerî pêk tê, ku berhevkarê wê saleke beriya Şêx Ehmed li rojhilatê Endelûsê miriye, ye. Em vê berhemê bi navê Dîwana Îbn Quziman nasdikin.[4]Lêbelê şiîra Şêx Ehmed xwediyê karakterek dinê ye -bereksî xebata sethî ya Erebê îspanyolî  […]. Ev ne karê Şêx Ehmed e, ne jî hedefa wî ye. Ruhê ku li vir [li cem Cizirî] hukim dike, ruhekî ewha ye:  Îhtîşam, xesasiyet, jixwebawerî, dîqet.  Ev xebat him li gor  numuneyên navdar û him jî li gor meyla wextê ye, ya ku di edebîyata Farisî û ya gelên di binê tesîra wan da hukim dikir: Nivîsîna bi motîfên dînî, yanê tasawufî. Em hê di sedsala pêncan de rastî şiîrekê têne ku tê de li wê tê gerîn ku fikrên şiîra tasawufî ya Farisan bi zimanê gel were bikaranîn. Rubaîyên Baba Tahirê ji Hemedan, ku di sala 410an de (1019) wefat kiriye, hene ku bi zimanekî ku ji zimanê Şêx Ehmed pirtir nêzikî zimanê nivîskî yê Farisî ye[5]. Em pê nizanin ka Baba Tahir bi bikaranîna ziman bi vî terzî tenê bû û yên ku li wan derdoran dinivisîn nêzîkî wî bûn yan na[6]. Di heqê dewra Şêx Ehmed de em li ciyekî baş in. Em ji notên Jaba dizanin ku (rûpel 13 û pê va) li cem Kurmancan heft merivên din hene ku bi Kurmancî nivîsîne. Em esera  şaîrek ji wan, Mem û Zîna Ehmed Elxanî, nas dikin, ku  li jor navê wê derbas bû. Gava meriv zimanê vê şiîrê bide ber Diwana Şêx Ehmed, dertê meydanê ku cihêbûnên mezin di nava wan de tunene. Ehmed Elxanî ku di sala 1063an de (1653), yanê 507 (492) salan li dû Şêx Ehmed, miriye ji beldeya Hekarîyê ye û Şêx Ehmed jî ji Cizîrê bûye. Yanê wekhevbûna ziman sirf ji ber wekhevbûna şîveyan nine. Bi îhtîmaleke mezin him Ehmed Elxanî û him jî Şêx Ehmed zimanekî sun’î bikar dianîn. Ew li wê negerîyane ku şîveyên mehellî yekûyek bikarbînin. Ew li wê gerîyane ku ji nava zimanên mehellî zimanekî ava bikin, ku di nava cîvatek bi orf û adetên wekhev bi hev re girêdayî ne, bibe zimanê dayîn û standinê. Mînakên wan hebû ne. Meriv didît ku welatê Farisan û xwendeyên welatê wan zimanekî nivîskî bikardianîn ku mîna zimanê devkî nebû, lê dîsa jî wek zimanê dayîn û standinê baş dihat bikaranîn. Ma çima ceribandineke ewha ji bo Kurdan, ku xwe wek qewmek qebûl dikin, çênebe? Em nizanin ka yên ku li avakirina zimanekî nivîskî xebitîne hedefeke dûrûdirêj dane ber xwe yan na. Lê dîsa jî wan hinek tişt bidest xistine: Kêmî kêm hinek metnên edebî yên bi Kurmancî ji beldeyên ku nivîskar jê ne, derketin. Ew nivîskar ji beldeyên Hekarîyê (5), Cezîrê (1) û Bayezidê (2) ne. Ev belde di nav sinorên împaratoriya Tirk de ne. Di heqê ziman de em xwediyê zanîneke mezin ninin. Lê ev tişt qetî ye ku destana neteweyî ya Mem û Zînê, ku ji alîyê Ehmed Elxanî ve hatîyê nivîsîn, li cem Kurdên Kurmanc yên Tirkîyê tê naskirin û hez kirin. Ji ber ku ev şiîra han xîtabî rihê neteweyî dike, dewleta Tirkîyê çapkirina wê naxwaze û ji xwe ji ber vê jî Bedirxanpaşazade ‘Ebdurrahman ew di rojnameya xwe “Kurdistan”ê[7] de derxist. Li dû van gotinan cesareteke mezin lazim e ku meriv qala “Kurdîya sereke” yan jî “Kurmancîya sereke” bike. Lê em karaktera Dîwana xwe wek berhemeke edebî ku ji bajarekî yan jî ji herêmekî zêdetir xîtabî milletekî mezin dike,  ji wê derdixin ku ew bi zimanê xwe ne tenê ye û –weku li jor jî hate gotin– ew xelekek ji zincîrekekê ye. Wê ev Dîwana hanê jibo tarîxa zimanên Kurdî roleke mezin bilîze. […][8]

Çapxaneya Împaratoriyê bi hûrbûneke mezin ev fotolitografî amade kir. Ji ber ku resima ronahî, qilêr û newekhevîyên rengîn li ser kaxîzê derdixe, imkana paqijkirinê tunebû. Em ji paqijkirinek ku îhtîmala şîrovekirinek şexsî dide, dûr man û me ew cî paqij nekirin. […]

Hermsdorf (Mark)

Gulan 1904


[1] Reqema 1 di dosyê de tune ye.

[2] Ev wergera hanê ne wek wergera Jaba ye.

[3] Li ser famêla Goldziher Abhandlungen zur arabischen Philologie 1, 161

[4] Fotolitografîya destxetekê tenê ji alîye David von Günzburg hatîye çapkirin (Berlin, Calvary & Co. 1896). Jibo gotinên  min li  Deutsche Literaturzeitungê (1896 Sp. Rûpel 1287 mêzebike.

[5] Li ser şîveya çarînên Baba Tahir: The Lament of Baba Tahir edited, annotated and translated by Eduard Heron-Allen, London 1902, S. XVI ff.

[6] Xeberên li ser muasirê wî Kemaluddîn Pindar ji Raiyê me pêş da nabin; mêze bike: Ethé, Neupersische Litteratur (im Iran. Grundriss), r. 223.

[7] Li ser kovarê li dawîya nivîsa min di kovara Wiener Zeitschrift für die Kunde Morgenlandes (S. 112) mêze bike.

[8] Hartmann li vir qala wê dike ku jibo analîzkirina ziman (û nivîsîna grameran) metnên cihê cihê lazim in û Dîwana Mela jî di vê çerçevê de muhîm e. Ji ber ku ew li vir rasterast li ser berhem û heyata Mela nesekinîye, min ev qisim wernegerand. [Wergêr]

Leave a Reply