You are currently viewing Famêlane – Jacques Prévert

Famêlane – Jacques Prévert

Ji Frensî: Evdila Încekan

Dayîk dihûne

Law şerr dike

Dayîk vê gelek tabiî dibîne

Lê bav, bav çi dike?

Ew tiştan dike.

Jina wî dihûne

Lawê wî şerr dike.

Ew jî tiştan dike.

Ew, bav, van tiştan giştikî tabiî dibîne.

Û lawik û lawik

Û lawik, ew çi dibîne?

Ew qe tiştekî, ti tiştekî nabîne, lawik

Lawik. Dayîka wî dihûne, bavê wî tiştan dike, ew şerr dike.

Gava wî şerr qedand,

Ew ê bi bavê xwe ra tiştan bike.

Şerr dewam dike, dê dewam dike, dihûne

Bav dewam dike, tiştan dike.

Lawik hate kuştin, ew îdî dewam nake.

Bav û dê diçin nav mezelan.

Ew vêya tabiî dibînin, bav û dê.

Ew vêya tabiî dibînin, bav û dê.

Jîyan dewam dike, jîyana bi hûnandinê, bi şerr, bi tiştan

Tişt, şerr, hûnîn, şerr.

Tişt, tişt û tişt.

Jîyana tevî gorê

Leave a Reply