You are currently viewing Bi Sînemxan Bedirxan ra hevpeyvîn – Abdullah Încekan

Bi Sînemxan Bedirxan ra hevpeyvîn – Abdullah Încekan

Bi Sînemxan Bedirxan ra hevpeyvîn – Abdullah Încekan 

Hûn hinekî behsa xwe, zaroktîya xwe, mekteb û karê xwe bikin, gelek baş dibe!

Ez li 21.03.1938 an de Şamê (Suriye) hatime dinyayê. Li zaroktiya xwe de li maleke pir çandî mezin bûm. Hem bavê min karê rewşenbîrî, nivîs û wergeran dikir û hem jî dayika min birêvebirê xwendingehê bû. Karê me ne wekî zarokên din bû. Ji bilî axaftina zimanê Kurdî zimanên din qedexe bû. Bavê min digot hûn li nav biyaniyan dijîn û mezin dibin, hûnê her zimanê wan biaxivin û eger li malê hûn Kurdî nepeyivin ji xwe cîheke din jî tûne ku hûn zimanê xwe yê şîrîn hîn bibin.

Min xwendina xwe ya taybetî li dibistana rahibeyên Fransî qedand. (Franciscaines Missionnaires de Marie), piştî bekaloria min dû salan li zanîngeha Şamê beşa yasa xwend. Min xwendina xwe ya li wir neqedand ji ber ku sala 1960an ez bi endezyar Selah Sadallah re zewicîm û hatim Iraqê. Selah Sadallah rewşenbîrek Kurd û bi nav û deng e. Çardeh salên pêşî em li Kerkûkê bûn. Piştî beyana adarê min Yekitiya Afretên Kurdistanê heta 1974 kar kir. Paşê rejîma Bees em ji Kerkûkê derxistin û heya 2006 em li Bexdayê jiyan. Li Bexdayê min xwendina xwe qedand û min bawernameya zimanê Fransî wergird. 

Me dû zarok hene keça min Dilnaz ku niha li Parîsê dijî û sê zarokên wê bi navê (Ciwan, Alan, Mîran) hene. Wê jî masterê wergeriyê li zanîngeha Sorbonê xwendiye. Kurê me Azad endezyar e û li Dubai dijî . Ew jî kurek bi navê Alan heye. 

Sala 1980an min li Baghdad International School (Xwendigeha Navdewletiya Bexdayê) wekî mamosteyê zimanê Fransî dest bi kar kir. Li sala 2006 an li ser daxwaza cenabê Kak Nêçîrvan Barzanî em hatin Hewlêra paytext. Ji wê demê ve ez li Hewlêrê dijîm. Lê mixabin hevjînê min di 18.10.2007an de çû ber dilovaniya Xwedê.     

Bavê we bi kîjan wêneyî li ber çavên we ye? Gava hûn wî bibîrtînin, çi tê bîra we?

Bavê min weku mirovekî mezin li ber çavên min e. Wextê ez wî bi bîr tînim, yekser kew tê pêş çavên min.

Çima kew? Kew çi tînin bîra cenabê te?

Çiyayên Kurdistanê û berfên çiyayê Kurdistanê.

Têkilîya wî û zarokên wî çawa bû?

Têkiliyek biha bû, ji ber ku wî dixwest zarokên wî berî her tiştî Kurdên baş bin. Mînak: Me li mal stranbêjek hebû, navê wî Ehmedê Ferman. Ewî stranên Kurdî yên Cizîra Botan ji me ra distra û çîrokên dîrokî ji me ra digot. Bavê min ji me ra Hawarê dixwend û dersê me yê gîring jî ew bû ku em helbestên Cegerxwîn ji ber bikin.

Di malê da têkilîya wî û Rewşen xanimê çawa bû? Karê malê parve dikirin yan na?

Têkiliya wî li gel Rewşen xanimê têkiliyek bi hurmet û qedir bû. Karê malê li ser stuyê Rewşen xanimê bû, ewî gelek karên din hebû û bi wan ve mijul dibû, lê carna keyfa wî dihat ku bikeve metbexê û xwarinek çêbike. Piştî ku ji nêçîra xezalan vedigeriya, karê wî parvekirina goşt û çêkirina pastirma bû.

Heyata rojane ya Mîr Celadet çawa derbas dibû? Merivekî bi plan bû (yanî seetên raketin, xebat û rabûnê eskere bûn) yan li gora dilê tevdigerîya?

Mîr Celadet mirovekî bi plan bû. Dema nivîsînê, dema mîhvanan, dema piyasê, dema derketinê, dema xewê hemû li gel planeke rojane serî dibir.

Meriv gava li heyata Mîr Celadet û Dr. Kamûran mêze dike, meriv dibîne ku ew di şertên herî zehmet de jî jibona azadîya gelê xwe xebitîne. Wan enerjîya xwe ji ku distendin?

 Mîr Celadet û Dr Kamuran enerjiya xwe ji welatparêzî û hezkirina welatê xwe distandin.

Tê bîra we ku wî çi dixwend? Pirr ji kîjan nivîskarî hezdikir? Qala wan dikir yan na?

Wî her gav Mem û Zîn a Ehmedê Xanî dixwend û ji me ra digot û gelek ji helbestên Xanî ji ber kiribû.

Têkilîya wî û xwîşkûbrayên wî çawa bû? Meyla wî li ser kê bû?

Mixabin têkiliya wî li gel birayên wî û xûşka wî yên li Stenbolê nebû, ji ber nexweşiyên siyasî, lê belê peywendiya wî li gel birayê wî Dr Kamuran ku li Parîsê bû gelek hebû. Bi nameyan agahdarî hevdû dibûn. Meyla wî li ser xûşka wî ya biçûk Meziyet xanim bû. Berî ku emrê Xwedê bike û piştî wê jî nêzîkî 30 sal ku hevdû nedîtibûn, Meziyet xanim hate Şamê û hevdû dîtin (du meh berî emrê Xwedê bike).

Kî dihat mala we û diçû, gava Mîr li heyatê bû?

Mala me ji hemû Kurdên me yên Şamê û binxetê re vekirîbû, li gel hevalên wî yên Ereb û biyanî.

Mehmed Uzun di romana xwe de (Bîra Qederê) behsa heyata rojane ya Celadet dike. Çiqas jê rast e û çiqas jê fîktîv e?

Di romana xwe da (Bîra Qederê) behsa tiştên rast û fiktiv kiriye.

Mehmed Uzun dinivîse ku Mîr Celadet doktora kirîye. Ev rast e?

Na, Mîr Celadet doktora nekiriye, lîsansa wî bi qanûnê hebû.

Ez dixwazim hinekî li ser vê meseleyê bisekinim. Cenabê te tişta ku Mehmed Uzun kirîye, yanê tevlihevkirina jîyana rast û lêzêdekirina tiştên nebûyî, çawa dibîne? Mesela Mîr Celadet doktora nekirîye, ew dibêje ku wî doktora kirîye! Ev mîsalek e. Meriv di romana wî da bi sedan tiştên ne rast yên di derheqê Bedirxanîyan de dibine.

Eve roman e û nav romana gelek tişt tên kêmkirin û zêdekirin

Mûrad Cîwan di kovara Nûdemê de nivîsîbû ku Rewşen xanim ji romana Mehmed Uzun (Bîra Qederê) gelek aciz bû. Cenabê te bi vê dizane? Gava erê, sebeb çi bû?

Rewşen Xanim aciz nebû, nizanim Murad Ciwan ji kuderê van gotinan aniye, min tu car ji diya xwe vî tiştî nebihistiye.

Kamûran beg li ser kîjan mijarî doktora kir? Doktoraya wî li cem we heye? Peyda dibe?

Kamuran Bey doktora xwe li ser mafê jinan û bi taybet li ser jinên Kurd kiribû. Mixabin li cem min nine. Bawer nakim peyda bibe. Ji ber ku di salên şerê cîhanê yê duyemîn pirtûkxaneya Leipzig şewitî û li nav kaxizên wî, piştî ku emrê Xwedê kir, min doktoraya wî nedît.

Em pê dizanin ku, Mîr Kamûran jî li ser ferhengekê xebitîye. Eleqeya wê bi ferhenga Mîr Celadet re heye?

Mîr Kamuran li ser ferhengek Kurdî û Fransî kar kiriye, piştî koça dawiya wî min da Enstituya Kurdî ya Parîsê (li sala 1983an bi alikariya Komara Fransî) da ku çap bikin. Lê mixabin heya niha nehatiye çapkirin. Peywendiya wî li gel ferhenga Mîr Celadet hebû, ez wî ji nameyên ku ji hevdûra dinivîsandin û behsa gelek peyvan dikirin dizanim. Çend ji wan nameyan di arşîva min da hene.

Bi helkefta bîranîna Mîr Celadet ya 58 wê ferhenga wî ya Kurdî – Kurdî derkeve.

Dr. Kamûran di sala 1968an de di UN de li ser heqê kurdan qisedanek kir. Cenabê te dizane prosesa pêşîya peyîvînê çawa bû? Kî pê ra ket têkilîyê? 

Ez agahdarî vî tiştî nebûm, lê mixabin ez nikarim bersîvek dokumantarî ji we re bidim.

Reaksîyonên dû ra çawa bûn?

Kamuran beg nûnerê Barzanî nemir bû û gelek hat û çûnên wî hebûn. Kamuran beg li derveyî Parîsê çandingehek (bîstan) hebû û wê çandingehê girew kiribû ta ko bikaribe hat û çûyê Amerîka bike.

Em pê dizanin ku Kamûran Beg li Ewrûpayê wek konsolosê fexrî yê welatê me dixebitî. Lê mixabin em pê nizanin kî pê re diket têkilîyê, çi dihat peyivîn. Cenabê te çiqas bi vê xebatê haydar e?

Têkiliyên wî li gel gelek xelkên navdar hebû bo azadkirina welat.

Rewşen Xanim

Em pê dizanin ku Rewşen xanim bi nivîsînê mijûl dibû. Çi berhemên wê hene? 

Niha em hewl didin her çi tiştên nivîsîne em berhev bikin û 1.6.2009 an de çap û belav bikîn. Helbet ev jî ne tişteke hêsane û piçek dem û xebat dive.

 Sebebên nivîsîna wê çi bûn?

 Gelek sebep hebûn, wekî rêzgirtin, evînî û xizmeta gel û welat.

 Rola Rewşen xanimê di jîyana Mîr Celadet de çi bû? 

Wekî ku li metelokek dibêje li pişt her miroveke mezin jinek heye. Jinek cihê xwe girtibu hem di ware rewşenbîrî û hem di ware mîhvandarî de.

Di jîyana Mîr Celadet ya ronakbîrî de Rewşen xanim roleke çawa dilîst? Tesîra wan çiqas li ser hev hebû? 

Tesîra Mîr Celadet li ser Rewşen Xanim gelek hebû her dem wî berev pêşve dibir wekî mînak dema pirtûka Reşad Nurî Guntekin ya bi navê Çali Kuşu wergeran li ser zimanê Erebî rola wî gelek mezin bû. Wekî ku tê bîramin ew pirtûka li ser daxwaza wî hatibû wergerandin. Her dem jêra digot rune binvîse û tu jinek jêhatiyî û divê tu ji bo pêşketinên jinên Kurd gelek bixebitî.

Nebûna Mîr Celadet tesîreke çawa lê kir?

Tesîrek gelek mezin bu jiyana wê 360 derece zivirî, perwerdekirina zarokan, xwendina wan û jiyana wan ma li ser wê. Her wiha mala Celadet Bedirxan wekî her dem ji bo mîhvanan vekirî hişt.

Wefata Mîr li ser cenabê te û brayê te Cemşîd çi tesîr kir?

Gelek nexweşe mirov bêbav mezin bibe…

 Têkilîya Rewsen xanim û we, zarokên wê, çawa bû?

Têkiliyeke dayik û bav bû.

Dr. Cemşid, lawê Mîr Celadet

Xortanîya Dr. Cemşîd çawa derbas bû? Bi çi re mijûl dibû?

Xortaniya wî bi xwendin derbas bu.

Dr. Cemşîd di salên dawîyê de koçî Brezîlyayê kir û têkilîya xwe ji gelek kesan û xebata kurdî birrî. Cenabê te dikare hinekî behsa vê guherîna di jîyana wî de bike?

Ji ber ku dema gihişt Elmanya gelek çalakiyên wî hebûn lê mixabin Kurdên me yên li wir wî gelek tengav dikirin û digotin (Em ji Mîrê mezin xelas bûn wê niha mîrekî din ji mere peyda bibe…)

Leave a Reply