Taştê – Jacques Prévert

Ji Frensî: Abdullah Încekan

 

Wî qehwe kir

Fîncanê

Şîr kir

Fîncana qehwê

Şekir kir

Qehwa bişîr

Bi kevçîyê piçûk

Ew tevda

Wî qehweya bişîr vexwar

Û fîncan danî cîh

Bê qisedan bi min re

Cîxarekê

Vêxist

Bi dûxana wê

Xelek çêkirin

Xwelîya wê kir

Xwelîdankê

Bê qisedan bi min re

Bê mêzekirina li min

Rabû

Wî

Sakoyê xwe yê şilîyê li xwe kir

Ji ber ku şilî dibarî

Û çû

Di binê şilîyê de

Bê gotinekê

Bê li min mêzekirin

Û min

Serê xwe girt nav destên xwe

Û ez girîyam

(Nûbihar, 41/42 – Sibat/Adar 1996)

Leave a Reply