Ji frensî: Abdullah Incekan
Merivek çû gulfiroşxanekê
gul hilbjartin
gulfiroşê gul dan hev
zilam ji bona ku li peran bigere
destê xwe kir bêrika xwe
ku perê gula bide
lê di wê hengamê da
ji nişka va
destê xwe bir ser dilê xwe
û ket
Di wê hengamê da
pere li erdê gilor bû
û paşê gul ketin
di hengama ketina wî da
di hengama ketina pere da
û gulfiroşê ma li wir
bi pereyê gilor dibû ra
û bi gulên çilmisî ra
bi merivê mirî ra
helbet ew tişt pir bi keder bûn
û gulfiroşê
divyabû ku tiştkî bikira
lê wê nizanîbû çi bike
wê nizanîbû
ji kîjan dawîyê va dest pê bikira
Tiştên ku meriv bike pir in
bi vî merivê mirî ra
bi van gulên çilmisî ra
û bi vî pereyî ra
ev perê ku gilor dibe
û her gilor dibe