You are currently viewing Li Gulfiroşxanê – Jacques Prévert

Li Gulfiroşxanê – Jacques Prévert

Ji frensî: Abdullah Incekan

 

Merivek çû gulfiroşxanekê

gul hilbjartin

gulfiroşê gul dan hev

zilam ji bona ku li  peran bigere

destê xwe kir bêrika xwe

ku perê gula bide

lê di wê hengamê da

ji nişka va

destê xwe bir ser dilê xwe

û ket

Di wê hengamê da

pere li erdê gilor bû

û paşê gul ketin

di hengama ketina wî da

di hengama ketina pere da

û  gulfiroşê ma li wir

bi pereyê gilor dibû ra

û bi gulên çilmisî ra

bi merivê mirî ra

helbet ew tişt pir bi keder bûn

û gulfiroşê

divyabû ku tiştkî bikira

lê wê nizanîbû çi bike

wê nizanîbû

ji kîjan dawîyê va dest pê bikira

Tiştên ku meriv bike pir in

bi vî merivê mirî ra

bi van gulên çilmisî ra

û bi vî pereyî ra

ev perê ku gilor dibe

û  her gilor dibe

Leave a Reply