Bi vê berhemê heyşt giregirên ji edebiyata Almanî, Deriyê Dil xwe bi Kurdî vedikin. Wan hetanî niha li gelek deriyan dabûn ; îcar dora Deriyê Dilê me ye. Hebûn ziman; ziman jî gotin e. Gotina herî giran, tije, xweş, efsûnî û kûr jî şiîr e. Di 47 şiîrên ji welatekî dûr û ji dem û dewrên cihê de bi mecaz,…
Ji Hewşa Xelkê -Guldesteyek ji Kurteçîroka Almanî- "Ji Hewşa Xelkê", kevirekî piçûk ê rengîn e ji mozaîka edebiyata cîhanê. Ew dide pey awayek ji awayên çîrokan: 15 kurteçîrokên Almanî vê carê bi Kurdî, kul û gulên ji kûrahiya dil û mêjî radixînin ber çavan. Heft nivîskarên navdar ên Almanîaxêv; serpêhatî û azmûna mirovahiyê, derd û kulên mirov, mîrateya şer, mêtingerî…