You are currently viewing Kesek –  Jacques Prévert

Kesek – Jacques Prévert

Ji frensî: Abdullah İncekan

Merivek derket ji mala xwe

Wext sibê zû ye

Ev merivekî bi keder e

Ev tişt ji ruyê wî dixuyê

Ji nişka va wî di elba çopê da

Bottin Mondainekî[1] dît

Gava meriv bi keder be, meriv wexta xwe diqedîne

Û mêrik le Bottin girt

Hejand û bê ku li ser bifikire pel bi pel mêzekir

Tişt mîna xwe ne

Meriv pir bi keder e

Lewra navê wî Ducon[2] e

Û wî rûpel zivirandin

Wî her rûpel zivirandin

Û di pela D’yê da

Sekinî

Û wî li paragrafa DU’yê mêze kir

Û mêzekirinên merivê bi keder pê ra kêfxweş û ronî bûn

Tikes

Bi rastî navê tikesî ewha nebû

Di nav diranên xwe da got

Ez tenê Ducon im

Û wî kitêbê bi şida girt

Paqij kir

Û bi serbilindî

Û bi xwe bawer

Rêya xwe domand


[1] Le Bottin Mondain kitêbeke ku tê da navê dehhezar merivên ji tebeqeya jor li gorî alfabeyê hatine rêzkirin

[2] Ducon paşnav e, lê ji bo xeberdanê (sixêfan) tê bikaranîn. „dîn, ehmeq“

Leave a Reply