Jîyan ji mûyekê ziravtir e û em nizanin ka ev mû çi wext diqete. Di 17ê Gulanê de, gava min xwast ez ji malîyan ra ji firinê nan bikirrim, hindik mabû ev mûyê min bi heyatê va girê dide, biqete.
Hema çere ez li bisîkleta xwe siwar bûm, tekera pêşîyê bi şûn va vegerîya, bisîklêta min ket û ez jî bi wê hewlê, mîna ku deh kes min ber bi pêş biavêjin, bi ser bisîkletê da devarû ketim.
Nizanim ji ber kîjan refleksê bû, devê min vekirîbû û bi wê hewla giran, bi devê vekirî ez bi ser dîreksîyona bisîkletê da ketim û dîreksîyonê mîna qazixekî xwe di qirika min da kuta. Terîf têra wê êşê nake! Mecazek? Min hê peyda nekiriye.
Ez wê gavê tenê qêrîyam û min alîkarî xwest. Karkereke firinê û muşterîyek hatin hawara min, wan hinekî av dan min, ez dam rûniştinê û telefonî ambulansê kirin. Lê xwêdan di ser min da dibarîya. Tayê mirinê bi min ketibû. Ji ber ku min telefona xwe li malê hiştibû, ez li wê difikirîm, ku ez ê bimirim bêyî ku dengê xwe bigihînim kesekî ji malbatê. Mirin çi tiştekî ecêb bû: Bêyî xatirxwestinekê meriv bi ebedî dişemite ji hebûnê.
Min tenê numara telefona xwe ji ber dizanîbû, ew jî li malê bû. Em di çi dewreke ecêb da derbas dibin? Berê, min bi dehan numarayên telefona ji ber dizanîbû. Lê niha?
Jinika nanfiroş çend caran li telefona min xist, lê kesên li malê cewab nedan. Ambulans hat, gotin em te dibin filan nexweşxanê. Bi rê da cardin telefon kirin, lê dîsa kesî bersiv neda. Bi qeyda deng gotin „Mêr yan jî bavê we (min behsa keça xwe kiribû) qeza kiriye, em bi ambulansê wî dibin filan nexweşxaneyî.“ Ez di şûna malbata xwe da jî ketim tayê: Xebera nebixêr û nekifş gelo wan dike çi halî? Êşa min her diçû zêdetir dibû. Mirin çiqas zû hatibû. Min dua dikir, ku dêya min nebe şahidê mirina min û zarokên min sêwî nemînin.
Li nexweşxaneyê ezabê mezin dest pê kir. Ji bo ku bizanibin ka histu û navmila min şkestîye yan na, fîlm kişandin. Lê sê saetan bêyî kesî bihêlin cem min, ez wisa li odeyê li ser sedyekê hiştim. Gava bêçaretî, êş û tenêtî tev li hev dibin, dem îdî sedî sed îzafîyeta xwe îsbat dike. Sanîyeyek îdî ne sanîyeyek e, emr e. Emrek e, ku di kêlîyên kurt û kin da kom dibe.
Dû ra hemşîreyek hat; ew xeleka li histuyê min alandibûn, bilind kir, avêt çopê û çû. Ez li wê bêînsafbûnê heyret mam. Meriv çawa dikare, di nexweşxaneyekê da bixebite û wisa bêhîs û bê însaf be? Berîya ku derkeve, min jê ra got; nexwe şkestin tune. Got, na, şkestin tune.
Bîna min hinekî hat ber min, lê êşên min bê hed û hesab bûn. Piştî nîv saetekê ji min ra got, derkeve ber derî, emê mektûbekê bidin û te taburcî bikin. Ev êş û taburcî?
Li ber derî ez xayîs bûm, min dît ku xanim û zarokên min li ber derî ne. Wan alî min kirin, ez li ser kursîyekî dam rûniştinê. Bra û dêya min jî hatin. Gava ez wisa bi ser kursî da ketim, brayê min li derîyê doktoran xist. Doktor dîsa bi cidîyeta êşa min ra eleqedar nebû. Ez girtim odeyekê û mektûb da destê min û got, tiştekî te tune.
Wê gavê min hêvî kir ku brayê min bikaribe li hember doktor û nexweşxaneyê hêrsa xwe kontrol bike. Gava empatî, însanbûn, însaf bi doktoran ra nema, wê demê meriv xwe tenê bêçare hîs dike.
Gava me dît, li vê nexweşxaneyê îdî çare tune, min got, min bibin malê. Nexweşxaneyê him ez tedawî nekirim, him bi saetan ezîyet bi min da kişandin û him jî hêvîya min kuşt, ku ez biwêrim herim nexweşxaneyeke din.
Ez li erebeyê siwar kirin. Min ji brayê xwe ra got, erebê hêdî biajo, ji ber ku her cîyê min diêşiya. Mîna ku histu û navmila min felç bûbe, min nikarîbû xwe tev bidim.
Îdî daqurtandin jî li min ezîyet bû.
Êşa man û nemanê, êşa mirin û mayînê çiqas bê tarîf e.
Me xwe gihand malê. Wicûda min dicemidî, dicirifî. Zarokan sobe vêxistin. Ez di nav orxan û betanîyan da bi cî kirim lê nefes jî ji bo min ezîyet bû îdî. Her daqurtandinek lêxistina şivekê bû di qirika min da. Bêhna xwînê xwe di qirikê da berdida jêrê. Mal bû mala şînê. Girî û endîşe barê min, êşa min girantir dikir.
Ji ber êşa giran roja din em çûn nexweşxaneyeke din. Piştî em hinekî sekinîn, min got: Êşên min zêde ne, gelo hûn dikarin hinekî zû li min mêze bikin. Canikê ji doktor ra got, tu li wî mêze bike, karê te yê mayî ez ê bikim. Bi vê hesasîyetê ez gelek şabûm. Doktora jin, gava li qirika min mêze kir, got xisar jî, talûke jî zêde ye. Gazî ser-doktor kir. Wî jî lê nihêrî. Wan hema derhal dest bi tedawîyê kirin. Antîbîyotîk dan min. Ez li odeyekê bi cî kirim. Xwarin û vexwarin ji min birrîn. Gotin, di qirikê da birîneke mezin heye, em nizanin çi ye, loma divê xwarin û vexwarin tune be. Roja din gotin, em xortimekê di qirika te da berdidin mideyê te û pê ra jî li birîna te mêze bikin. Sêşemîyê, ber bi êvarê ez girtim emelîyatê. Narkoz li min xistin û ez ji xwe çûm. Gava brayê min destê xwe da ser destê min û got „Mamoste, ez li vir im, Ercan û Baran jî li derva ne“, ez ji wê kabûsê xilas bûm. Dest û nigên min bi nivînan va girê dabûn. Ez pirr şa bûm, ku yek ji malê hatîye, li Întensivstationê (bi Tirkî yoxun baximê) destê min digre û min ji kabûsa bi narkozê ra ketiye qirika min, xilas dike.
Saw ji ser min rabûbû. Nîvê şevê bû. Min ji doktor ra got, dest û nigên min ji kelepçeyê derxe, îdî ez hatime ser hemdê xwe. Wî qebul nekir. Got, tu zirarê didî me. Bi her cîyê te da xortim û derzî hene û tu yê wan bikişînî. Min jê ra got: Binihêre, ez wergêrê Rîlke û Goethe me û vê saetê dikarim ji te ra şiîran bixwînim! Îdî bi ser hemdê xwe da hatime! Di bin hişê xwe da jî dikenim, dibêjim: Evdila, Rîlke çi eleqe. Goethe çi eleqe!
Lê mêrik, la got, illelah negot. Min jî dev jê berda.
Di heyata xwe da cara ewil bû, li Yoxun Baximê bûm. Deng, bîn, atmosfer pirr ecêb bû. Hetanî serê sibehê min zor deyax kir. Gava bû sibeh, şiîreka Rilke di bîra min da bû:
Ne mecbûr î fehm bikî heyatê tu