PODCAST: Stefan Zweig bi Kurdî ye – TE BIHÎST?

Tebax 2, 2024

#abdullahincekan #stefanzweig #kurdî #edebiyat
*
“Sirra Bi Kul” dide pê serborîya dê û zarokekî. Dêyek dixwaze macerayan bijî… Kurê wê dixwaze were hezkirin… Hezkirin û macera dibin fetl û ger; û dêya ji jîyanê têrnebûyî û zarokê nazenîn dikişînin nava xwe. Nivîskarê navdar, Stefan Zweig di vê romana efsûnî de valahî, qelsî û kêmasiyên jîyana mirovan bi çavekî psîkolojîk vedibêje…
Psîkolojî û çîrok bi qelema Zweig têne hûnandin û jê nimûneyeke edebîyatê ya cîhanê derdikeve holê. Xwendevan, bi saya vê kitêbê hîn dibe ku bi çavekî psîkolojîk li têkilîya bi malbatê re binihêre…
*
Stefan Zweig yek ji nivîskarên herî navdar yê sedsala 20an e. Ew wek Cihûyek, berîya şerê cîhanê yê yekê di sala 1881ê de li Vîyanayê tê dinê û berîya qedandina şerê cîhanê yê dudiyan ji welatê xwe dûr li Petropolîsa Brezyîlayê di 1942yan de dimire. Bi vî awayî ew dibe şahidê trajedîya miletê xwe û ya Ewrûpayê bi tevahî. Di kitêba xwe ya navdar Cîhana Do – Bîranînên Ewrûpîyekî de bi teferuat behsa vê trajedîyê dike.
Wî li pê hev; çîrok, roman, bîyografî û berhemên din derxistine. Roman û çîrokên wî bi islubeke bi heyecan li ser psîkolojîya mirovan disekinin.
Berhemên Zweig hetanî niha bi 50 zimanî hatine wergerandin, ji gelek kitêbên wî fîlm û formatên din hatine çêkirin. Ew yek ji rewşenbîrên herî zêde yê naskirî ye.
*
Kurdisch Kompakt: Lehr- und Übungsbuch mit Lösungsschlüssel und Audiodateien
https://amzn.to/4cP4T7E
*
Kurdisch für Fortgeschrittene:
https://amzn.to/4dMveV8
*
Compact Kurdish – Kurmanji: Textbook with Exercises
https://amzn.to/4cLnUrz
*
Deutsche Gedichte zweisprachig: (Kurmanji-Kurdisch / Deutsch):
https://amzn.to/4cPwjdm
*
Nameyên ji şairekî ciwan re. Briefe an einen jungen Dichter:
https://amzn.to/3Tat1KM