Çîrokeke gelerî ji herêma Serhedê / A Kurdish tale from Erzurum (Eyşik û Fatik)

Hezîran 3, 2024

Çîrokeke gelerî ji devê pîrika min Gulî Tunç (1940-27.11.2024). Gava ew di sala 2003yan da hat Almanyayê mêvanîya me, min jê xwest ku çîrokekê bibêje. Ew li gund mezin bibû û wê hetanî wê demê zimanekî din nebihîstibû. Lema min xwast ez zimanê wê qeyd bikim. Bi vî awayî çîrokeke gelerî jî dihat parastin. Min ew qeyd da Prof. Dr. Geoffrey Haig û wî jî jê lêkolîneke ilmî derxist (https://multicast.aspra.uni-bamberg.de/#nkurd).
Balkêş e ku heman çîrok di Almanî da jî heye û di nav Çîrokên Grimm da wek Aschenputtel derbas dibe.
Pîrika min ji gundê bi navê Susiz ê li ser Tekmana Erzirûmê bû. Min rojekê jê gotineke xirab a di heqê kesî da nebihîstibû….