Dr. Abdullah Încekan
Çi di dîroka miletan de, çi jî di jiyana şexsan de be, yek ji hêmanên herî mûhîm, bingehîesasî ziman e. Di dîroka mirovahiye de gelek caran hin miletan bi miletî koç kirine, lê ji ber ku zimanê wan terka wan nekiriye, piştî vegerê ew li ser esasê ziman dîsa vegeriyane rewşa miletbûnê, rewşa netewebûyînê. Lewra yek ji bingehên miletbûnê ziman e. Ji aliyê din yek ji perçeyê herî mûhîm, bingehî û esasî yê kesayetiya mirovekî dîsa zîman e; têkiliya ziman û însan bi qasî ya çerm û hestî nêzîkî hev e û loma jî „ziman mala hebûnê“ (Martîn Heidegger) ye; yanî ziman nebe, meriv ji hebûna mirovbûnê dertê.
Ji ber vê rola mezin a ziman li her çar perçeyên Kurdistanê zor û zexta li ser Kurdan di heman demê de şerê ziman e. Siyaseta serdest pê dizane ku gava ew ji Kurdan ziman bistîne, ew ê yek ji sitûnên hebûna wan hilweşîne. Paradîgmaya dewletên serdest ên hukim li ser Kurdan dikin di vê noqteyê de muşterek e; meriv dibêje qey bi hev şêwirîne û wisa esasên kuştina zimanê Kurdî danîne.
Di vê nivîsê de ez ê li ser vî tiştî bisekinim. Yanî: Çawa em dikarin çarçeveyekê daynîn, da rê û rêça me kifş be. Ji bo bersiva vê pirsê min xwe teslîmî nivîseke kevn a sê zimanzanan kir. Di nivîsa bi navê The genesis of vitality theory: historical patterns and discoursal dimensions Jake Harwood, Howard Giles û Richard Y. Bourhis (1994) li ser şert û mercên zîndebûn yan jî zindîbûna zimanekî disekinin û paradîgmayekê ji bo hebûna zimanekî datînin. Sitûnên vê paradîgmayê herwisa di gelek çavkanî û xebatan de wek sitûnên ji bo parastina zimanekî tên dîtin. Mesela gava meriv li xalên UNESCO yên ji bo zîndebûna ziman mêze dike, herwisa xalên vê nivîsê dertên pêş. Di binbeşên linguîstîkê/zimanzaniyê yên wek duzimanî (bilingualism) pirrzimanî (multilingualism), siyaseta zîman (language policy), sosyolînguîstîk (sociolinguistic) de ev mijar bi xalên wê yên cihê-cihê tê gengeşîkirin. Îcar ev paradîgma dikare bibe zemîneke qayîm ji bo daxwazên/xebatên me yên li ser zimanê Kurdî.
Ev konsept bi îstilaha ethnolinguistic vitality cara pêşîn ji aliyê Giles (1977) û yên din ve dikeve tedawilê. Em dikarin vê gotinê wek „paradîgmaya zîndehiştina ziman“ yan jî „zîndekirina ziman“ bi nav bikin. Li gorî konsepta Giles û yên din (1977) sê esas hene ku li gorî wê, rewşa zimanê miletekî dikare bê şîrovekirin. Ew sê esas jî ev in: Demografî, hêza dezgehî û faktorên bi statuyê re eleqedar.
Li gorî parametreyên language vitality yek ji esasan demografî ye. Demografî ne tenê nifûsa miletekî li ber çavan digre. Xêncî nifûsa heyî herwisa jimara bûyîna zarokan jî roleke mezin dilîze; yanî gelo nifûsa nifşên nû kêm yan zêde dibe? Xaleke din jî ev e: Gelo miletek li ser axa xwe dijî yan koçber/penaber e. Li gorî Harwood, Giles û Bourhis faktorên demografiyê yên herî bi tesîr in. Ji ber ku jimara miletekî, çêbûna nifşên nû ya wî miletî û resenbûna wan a li ser axekê bi serê xwe dikare bibe bingeheke mûhîm ji bo bidestxistina hêza dezgehî. Yanê demografiya miletekî jê re meşrûiyetekê peyda dike, da ku zimanê wî bibe xwediyê herdu stûnên din yên ji bo zîndekirina zimanê wî. Helbet ne tenê ji bo bidestxistina van mafan/heqan, herwisa ev hebûn bi xwe jî dibe sebebek ku ziman di nav miletekî de zînde be, parastî be û bi berdewamî xwe bigihîne nifşên nû.
Xala dudiyan a paradîgmaya parastina ziman hêza dezgehî yan jî kontrola dezgehî ye, ku Harword û yên din wê di bin navê institutional control kom dikin. Hêza dezgehî tê wê me’neyê ka mirovên ji qewmekî hetanî kîjan radeyê di dezgeh û saziyên dewletê de cî digrin û zimanê xwe di hêlên di bin kontrola dewletê de diparêzin. Mesela ev hêl di bin kontrola dewletê de ne: Perwerde, medya, tîcaret-bazirganî, xizmeta belediyeyan, dezgehên dînî (camî, medrese…) û hwd. Ev xal ji hêlekê ve bi temsîliyetê re eleqedar e. Ji hêla din ve jî tê wê me’neyê ka ev temsîlkar hetanî çi sewiyeyê tesîrê li ser qerarên dewletî digrin, da ku ciyê zimanê xwe zexm bikin. Sachdev û Bourhis (1985) sewiyeya hêz û kontrola dezgehên dewletî wek “nîşana asta miletekî li ser qedera xwe” dinirxînin. Yanî gava miletekî di dezgehan de desthilat be û di wan dezgehan de xwedîtiyê li zimanê xwe bike, wê demê “qedera wan di destê wan de ye”; ne wisa be hinekên din hakimê jiyan û hebûna wan in. Li gorî hersê zimanzanan, hebûna zimanekî di saziyên dewletî de ji bo zîndebûna ziman sitûna herî mûhîm e, yanê ziman bi hebûna di saziyan de geş dibe. Xaleke din î mûhîm a bi hêza dezgehî re eleqedar e, ev e: Hebûn û kalîteya rêberên ku di saziyên fermî û nefermî de dikarin miletê xwe temsîl bikin. Lewra ev rêberên bi karîzma dikarin miletê xwe ji bo ziman û çanda xwe mobîlîze bikin û qeraran bi wan bidin stendin.
Gava miletekî di saziyên dewletî de bû xwediyê ciyekî mûhîm, wê demê ji aliyê civakî ve jî dibe xwediyê statuyekê. Rewşa civakî ya miletekî herwisa tesîreke mezin li ser statuya zimanê wî dike. Prestîja ziman û çanda miletekî bi prestîja wî ya di nav miletên din de û bi rewşa wî ya sosyokulturel-dîrokî ve girêdayiye. Sewiyeya miletekî di nav miletên din de çiqas mezin be, xwedîlêderketina li ziman jî di nav wî miletî de ewqas zêde mezin dibe. Lê ev tişt statuyeke ne resmî ye; yanê statuyeke civakî ye. Ji bilî statuya civakî, helbet statuya zimanekî bi serê xwe jî xwediyê ciyekî mûhîm e, ji ber ku resmîbûna zimanekî çerçeveyeke qanunî dide wî zimanî.
Harwood, Giles û Bourhis bi grafîkekê fikrên xwe yên li ser rola ziman wisa nîşan didin.

Li gorî vê konseptê, meriv bi van hersê parametreyan rewşa miletekî ji aliyê ziman ve analîz dike. Îcar carna ji aliyê hin xalan ve rewşa zimanekî ne baş e, lê di hin xalên din de dîsa tê teqwiyekirin. Wek mîsal, ev sedsal in zimanê Kurdî bi gelemperî xwediyê statuyeke resmî nebûye, loma jî ji vê hêlê ve zînde nebûye, lê ji ber demografî û statuya civakî karîbûye xwe biparêze. Yanê ji ber herdu hêlên din karîbûye zînde bimîne. Ji ber vê divê her xal bi serê xwe were analîzkirin û dû re bi hev re bên girêdan, da ku resmeke giştî derkeve meydanê.
Wekî ji tarîxa nivîsê xuya dibe, ev konsepteke kevn e. Berîya peydakirina înternetê hatîye nivîsîn. Ji ber vê jî divê meriv li gorî şert û mercên îro yên cîhanê hin tiştan lê zêde bike; înternet, cîhana dîjîtal, medyaya sosyal û danûstandinên navneteweyî (global) divê di destpêkê de li van xalan bên zêde kirin. Ev tişt di wê demê de tunebûn. Xaleke din ku bi min gelek mûhîm tê, di hêla perwerdeyê de ye: Ev demeke dirêj e li kêleka mecbûrîyeta dibistanan îdî li gelek welatan perwerde ji ‘pêşdibistanê’ (kindergarden) dest pê dike; ku ev rewş bi serê xwe bi qasî hebûna dibistanan bi xwe roleke mezin dilîze.
Dibe ku hin xalên din hebin, ku meriv dikare li van parametreyan zêde bike.
Kurdî û zîndebûna wê
Bi taybetî di van 40-50 salên dawîn de li cem Kurdan gelek guherîn çêbûn û xuya ye, ew ê ji vir şûnda jî wisa dewam bike.
Statuya resmî ya Kurdî li gorî qanûnên navdewletî tenê li Başûr heye; di qanûna esasî ya Îraqê de wek zimanekî resmî hatiye qebûlkirin. Ji ber vê jî Kurdî li Başûr xwediyê statuyekê ye û rewşa wê ya zîndebûnê li wir geş e û loma jî divê em geşbûn û zîndebûna ziman li Başûr ji perçeyên din veqetînin û wisa li meseleyê binihêrin. Her çi deverên din in, li wan tu statuyeke resmî ya Kurdî tune ye. Ji ber vê jî nebûna vî tiştî bi serê xwe dezavantajeke mezin e. Ji aliyê statuya civakî rola Kurdî her diçe kêmtir dibe. Rêber û pêşengên sereke yên Kurdan di xebat û hewldanên xwe de giraniyekê nadin zimanê Kurdî. Di nav civata Kurdî de herî zêde rola siyaset û siyasetvanan û di aliyê hunerî de jî ya muzîsyenan heye; her çi huner û rewşenbîrên din in, rol û tesîra wan bi sinor e. Îcar ji bo ku siyaseteke ziman a zînde derkeve holê, divê ev grub û tebeqeyên xwedî hêz û rol rêyên parastina ziman hilbijêrin. Ya rast problema/kêşeya herî mezin di vir de heye, ji ber ku ev zumre vê mijarê ji xwe re nake derd û kul.
Statuya aborî ya Kurdan jî diguhere. Îdî dewlemendî bûye perçeyek ji jiyana hin Kurdan, yanî îdî meriv dikare behsa sinifa navîn a Kurdan bike. Lê ka ev aborî ziman çiqas geş dike, zînde dike; pirr baş nayê zanîn ji ber ku wekî di xalên din de li vîr jî lêkolînên zanistî li ber destê me tunin. Mîna pirraniya xalên din, em tenê dikarin ji çavdêriyan hereket bikin. Her çiqas me hetanî niha nedîtibe û nebihîstibe ku Kurdekî dewlemend dibistanek yan jî medyayeke xurt ava kiribe jî, lê dîsa ez bawer im ku hebûna Kurdên bi serwet tesîreke negatîf li aîdiyeta me ya ziman nake. Belkî serbilindiyekê bi xwe re tîne.
Ji aliye demografîk ve em dibînin ku ji salên 1980an vir ve jimara koçberbûnê di nav me de her diçe zêdetir dibe. Demografiya Kurdan hem li ser axa wan, hem jî ji hêla nifûsê ve diguhere. Îdî bi mîlyonan Kurd bi hezar kilometreyan ji axa xwe dûr dijîn. Yanê ji aliyek ve jimara Kurdên ku îdî ne li ser axa xwe dijîn û dikevin rewşa koçberî/diyasporayê zêdetir dibe, ji aliyê din ve jî jimara zarokan li nav Kurdan kêm dibe. Bi koçberiyê rewşa koçberan ji alîyê ziman ve diguhere; zimanê ku li ser axa koçber serdest e; di koçberiyê de otomatikmen dibe zimanê male; sinorên wî teng dibe û dikeve nav çar dîwarên malê. Li gorî texmînan, berî salan her malbatek xwediyê 6-7 zarokan bû; ev jimar niha bi nîva nîv e. Bi vî awayî ji aliyê demografîk ve, di herdu xalan de rewşa ji aliyê ziman ve aloztir û tevlihevtir dibe.
Zewacên bi mirovên ji miletên din berî 30-40 salan eyb dihatin dîtin û kêm bûn. Dû re Kurdan ji miletên din bûk/bîk dianîn, lê keçên xwe nedidan mêrên ji miletên din. Bi rewşa koçberbûn, bajarîbûn û ji ber gelek sebebên din (wek aborî), di vir de jî guherîneke mezin heye. Roj bi roj jimara zewacên melez di nav Kurdan mezintir dibe. Zewacên melez wek hespê Truvayê, mala zimanê Kurdî ji hundir de fetih/dagîr dike. Otoasîmîlasyon bi destê dê yan jî bav dimeşe. Li gorî parametreyên zîndebûna ziman ev xal tev ji bo ziman neyênî ne, yanî negatîf in; pêşî li zîndebûna ziman digrin.
Gava meriv bala xwe dide parametreya sazî/dezgehî, li wir hin xalên erênî/pozîtîf û hin jî yên neyênî/negatîf derdikevin pêşiya me.
Di warê medyayê de bi gelemperî rewşa me ji ya 30-40 salên beriya niha baştir e. Bi dîjîtalbûna medyayê û zêdebûna weşanxaneyan re îmkanên nû derketin pêşiya me û em wek milet di vê xalê de gelek aktîf in (lê mixabin perçeyên fermîyetê ninin). TV, medyaya sosyal, weşanxane, malper, komên xwendinên dîjîtal derfetên baş û rind derxistine pêşiya me. Em feydeyeke mezin ji van xebatan dibînin. Lê bi baweriya min, di vir de hêla herî zeîf ya herî mûhîm e: Medyaya ji bo zarokan. Di tevahiya van xebatan de tiştên ji bo zarokan tên kirin marjînal in û ne profesyonel in. Pêşeroja/Îstiqbala her miletî li ser nifşên nû ava dibe. Ji bo ku em bê îstiqbal nemînin, divê xebatên vê hêlê ji aliyê teknîk, ziman, naverok, psîkolojîk û pedagojîk ve profesyonel bin.
Di warê perwerdeyê de li Tirkiyeyê û li Bakûr di hin zanîngehan de hin kursî hatin avakirin û di hin mekteban de dersa hilbijartî tê dayîn, lê ji alîkî ve ev perwerde pir mehdûd e û ji aliyê din jî ji ber gelek sebeban xwedîlêderketina vî mafî jî bi sinor e.
Rewşeke din ku ev 10-15 sal in derketiye holê ev e: Berê zarok hetanî destpêka dibistanê li malê bûn, perwerdeya wan di destê dêûbavên wan de bû. Lê ev 10-15 sal in îdî zarok di sê saliya xwe de ji aliyê ziman ve jî di saziyên yek zimanî de tên perwerdekirin. LI gorî lêkolînên ilmî zarok hetanî 7 salîya xwe bi awayekî tabiî-sirûştî zimanan hîn dibin. Yanê bêyî bi awayekî pedoagojîk ziman were sîstematîzekirin, ew bi rihetî dikarin gelek zimanan hînbibin. Piştî 7 salî îdî ew hêdî-hêdî wek mezinan zimanan hîn dibin, yanî divê bi awayekî pedagojîk li ser bixebitin, da ku zimanekî fêr bibin. Di zimanzanîyê de ji vê re qonaxa krîtîk (critical period) dibêjin. Îcar di ‘pêşdibistanan’ de bi taybetî li Bakur û Tirkiyeyê zimanê Tirkî şûna zimanê Kurdî digre û bi vî awayî îpoteka xwe li ser mêjîyê zarokan yê zimanî datîne. Berî pêşdibistanan zarokan di vê qonaxa krîtîk de hetanî sewîyeyeke baş zimanê bavûkalên xwe hîn dibûn; dû re dest bi zimanê dibistanê dikirin.
Her çi xalên din in (bazirganî, çand, dîn, xizmetên dewletê) rewşa zîndebûna ziman bi gelemperî di asteke negatîf (çand hinekî baştir e, bi taybetî di hêla muzîkê de) de ye.
Encam
Ev konsept bi awayekî sîstematîk dikare rê û rêbazekê ji bo me nîşan bide. Divê em wek milet îdî dev ji karên belawela berdin û hewl bidin li gorî sîstematîkekê li ser zîndebûna zimanê Kurdî bixebitin. Lêkolînên di vê hêlê de jî tên kirin, divê van parametreyan li ber çavan bigrin, da ku netîceyên realîst bi dest bixin. Helbet rola malbatê mûhîm e; divê malbat bi tu awayi dev jê bernede, bi zarokên xwe re bi Kurdî xeber bide. Lê… Lê wekî ji van parametreyan dertê holê, di zîndebûna ziman de divê parametreyên din jî hebin, da ku ziman parastî be; xwe bighîne nifşên nû. Û ji xwe nifşên nû pêşeroja ziman in.
Çavkanî:
Giles, Howard; Bourhis, Richard Y. û Taylor, Donald M. (1977): Towards a theory of language in ethnic group relations. In: Language Ethnicity and Intergroup Relations, H. Giles (ed.), 307-348. London, Academic Press.
Harwood, Jake; Giles, Howard û Bourhis, Richard Y. (1994): The genesis of vitality theory: historical patterns and discoursal dimensions. In: International Journal of the Sociology of Language. 108 (1994), rûpel 167-206. Walter de Gruyter.
Sachdev, Itesh; Bourhis, Richard Y. (1985): Social categorization and powe differentials in group relations. In: European Journal of Social Psychology 15, 415-434.